Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

ROJHILAT – Di navbera welatiyên Kurd û hêzên Îranê de pevçûn

Ji aliyê RÛDAW 19-3-2018
Hêzên polîs ên Îranê li welatiyekî Kurd didin.
Hêzên polîs ên Îranê li welatiyekî Kurd didin.

Hewlêr (Rûdaw) - Qayimmeqamiya Bokanê ragihand, di aloziya doh ya navbera welatiyan û hêzên polîs de 12 welatî û hejmarek ji hêzên polîs birîndar bûne.

 

Li gorî daxuyaniya ofîsa siyasî-civakî ya qayimmeqamiya bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, birîna 10 ji wan birîndaran sivik bûye, lê birîna 2 kesên wan giran bûye û ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê mane.

 

Duh Yekşemî piştî nîvro piştî bidawîhatina lîstika futbolê ya di navbera her du tîmên "Bender Ebas" û "Serdarê Bokan" de li yarîgeha Xatem El-Enbiya ya bajarê Bokanê hêzên polîs êrîşî ser wênegireke werzişî kiribûn.

 

Hêzên polîs ku ji bo dabînkirina ewlehiya lîstika navbera her du tîmên "Bender Ebas" û "Serdarê Bokan", li yarîgeha Xatem El-Enbiya amade bibûn, bi hinceta ku wênegirekî werzişî yê Kur derbasî nava erdê yarîgehê bûye, êrişî wî kiribûn.

 

Piştre şer di navbera welatiyan û hêzên Îranê de derketibû û bi gotina şahidhalên bûyerê, hêzên Îranê teqeya hewayî kirin û gaza rondikan bikar anîn. Li hember wan karên polîsan, welatiyên Kurd jî bweke bertek bi dar û keviran li hêzên polîs xistin û çend otomobîlên hêzên polîs têkşikandin. 


Nûnerê Bokanê di parlementoya Îranê d, Qesîm Osmanî derbarê bûyerê de di daxuyaniyekê de ragihandiye, sedema derketina wan aloziyan reftara nehêja ya hêzên polîs bûye, ku berçavê welatiyan êrîşî ser alîgirekî tîma Serdarê Bokan kirine.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can Deniz | 2018-04-23 7:47:29 AM
Tirkiye rast gotiye,,, ya rast jî ev e ku hûn hemû partiyên kurd destekê bidin hev...ENKS wekî piyonê AKP'ê tevdigere..Biçin cem gelê rojava û...
Nûnerê ENKS: Tirkiye ji me re dibêje hûn piştgiriya PYDê dikin
| Duh vî demî 11:52 | (1)
Azad | 2018-04-22 12:46:00 PM
Gelek sıpas Keko.
Şerê fêlbazan
| 19-4-2018 | (1)
Kurdo | 2018-04-22 11:25:12 AM
Alî Bapîr,bê bexte û bê wefa û bê îman be.Bi Rûyekî reş behsa sîreta Dewleta Kurd dike.Ewên ku dengên xwe bidin Lîsteya Alî Bapîr,yê ji Alî Papîr Rû...
Elî Bapîr: Binerin referandûma seqet çi zerer da me
| Duh vî demî 09:06 | (1)
Aragorn | 2018-04-21 5:18:10 PM
Dike cend usd xalo?
Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê
| 21-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.203 seconds