Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Ewropayê helwesta xwe ya derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ya bo serxwebûnê de aşkere kir û daxawz ji hemû aliyên iraqî kir, ku xwe ji hewlên yek alî dûr bigirin.
Wezîrên derve yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) îro duşembî li Luksemburgê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin.
Di wê daxuyaniya hevbeş de, Yekîtiya Ewropayê tekezî li ser piştgiriya xwe bo iraqeke yekgirtî, yekparçe û xwedî serwerî kir.
Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê herwiha di vê daxuyaniya hevbeş de, li ser Iraqê amaje bi wê yekê jî kirine, ku divê aliyên iraqî xwe ji hewlên yek alî dûr bigirin û mijaran bi rêyên du alî û gotûbêja li ser bingeha cîbicîkirina tevahiya Destûra Iraqê çareser bikin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, hemahengiya xwe ya ewlehiyê û serkevtî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de zêdetir bikin. Herwiha dest bi gotûbêjên avaker bikin li ser hemû mijarên siyasî û aborî, di nava wan de jî deverên ku nakokî li ser hene.”
Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê destnîşan kirine: “Yekîtiya Ewropa daxwaz ji hemû aliyên Herêma Kurdistana Iraqê dike, li dûv zemîneyeke hevbeş bigerin û saziyên demokratîk aktîv bikin. Herwiha hizir li pêkanîna hilbijartinên navxweyî bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse