Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Partiyeke Tirkmenî ji bo giştpirsiyê daxwaza piştgiriyê dike

Ji aliyê RÛDAW 19-6-2017
Kerkûk

Kerkûk (Rûdaw) – Partiya Gelê Tirkmen bang li aliyên tirkmenên Kerkûkê dike ku piştgirî bidin giştpirsiya cudabûna ji Iraqê.

 

Baweriya Partiya Gelê Tirkmen ew e ku li Iraqeke lerzok, mafê tirkmenan bi dest nakeve. Lê belê li Hewlêrê mafên wan heta radeyeke bilind di garantiyê de ye.

 

Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfan Kerkûkî ji Rûdawê re diyar kir: “Em weke Partiya Gelê Tirkmen projeyeke me heye ku em li gel kesayetên tirkmenî pêwendî bikin da ku em ji wan re bigihînin ku giştpirsî ji bo me çarenûssaz e û herwiha siberoja neviyên me di giştpirsiyê de ye.

 

Bereya Tirkmenî ya Iraqê li Hewlêrê li gel giştpirsî ye, lê li Kerkûkê li dij disekine û li ser egera cîbicînekirina daxwazên wan, ji bilî boykotkirinê, xwepêşandan jî li dar dixe.

 

Serokê Partiya Tirkmen Elî, Riyaz Sarî Kehîn jî ji Rûdawê re diyar kir: “Bêguman deriyê partiya me ji her kesî re vekirî ye. Em guh didin projeya Partiya Gelê Tirkmen jî, lê li ser giştpirsî nêrîna me neguheriye. Eger giştpirsî tenê li Kurdistanê were kirin, emê neaxivin û eger Kerkûk jî hebe, divê bi me re gotûbêj were kirin, berevajî emê boykot bikin.”

 

Mijara giştpirsî li Kerkûkê mijareke germ e. Beşek ji welatiyê tirkmen, bêyî nêrîna partiyên tirkmenan, li gel pêkanîna giştpirsiyê ne.

 

Welatiyekî bi navê Muhemed Husên diyar kir: “Em dixwazin Kerkûk ser bi Kurdistanê be. Em jî weke xelkê Hewlêr û Silêmanî bijîn, emê beşdarî giştpirsî bibin da ku em biçin ser Kurdistanê.”

 

Herwiha welatiyekî din ê bi navê Ehmed Ebdulqadir jî ragihand: “Em jî dixwazin weke tirkmenên Hewlêrê bijîn. Weke wan xweşiya jiyanê bibînin û bextewar bin. Ji ber wê em dixwazin beşdarî giştpirsî bibin. Ji bo ku Kerkûk vegere ser Kurdistanê.”

 

Li Kerkûkê 9 partiyên tirkmenan hene. Piştî bilindkirina Ala Kurdistanê li wî bajarî pêwendiyên wan ên li gel partiyên Kurdistanî, sar bûn. Ji ber vê yekê, biryar e ji bo asayîkirina pêwendiyan serê vê hefteyê şandeke partiyên Kurdistanî, here serdana wan.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| Duh vî demî 02:20 | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 23-2-2018 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.406 seconds