New York (Rûdaw) – Serokê Fransa Emaneul Macron helwesta xwe li ser referanduma Başûrê Kurdistanê aşkere kir û ragihand, ku “Fransa li pêşiya proseyeke demokratîk nabe rêgir.”
Emaneul Macron di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdawê de li ser encamdana referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê û helwesta Fransa li ser vê mijarê ragihand, ku Fransa li pêşiya proseyeke demokratîk nabe rêgir.
Macron herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku Fransa li gelê kurdên Iraqê pêwendiyeke dîrokî heye û pêwendiyên Fransa û Kurdistanê demdirêj in.
Macron daxwaza encamdana gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got, ku “ew naxwaze hikûmeta Serokwezîr Heyder Ebadî lawaz bibe” û hêvî kir, ku “hikûmetek û hevsengiyeke siyasî hebe ku rêzê li hemû kêmîne û pêkhateyên Îraqê û bi taybet kurdan bigire.”
Pirsyara Rûdawê û bersiva Macron weke xwe ku ji zimanê Fransî ve bo ser zimanê Kurdî hatiye wergerandin:
Rûdaw: Spas birêz Serok, ez Mecîd Gilî me ji Tora Medyayî ya Rûdawê, keyfxweşim ku bo yekemîn car we li Netewên Yekbûyî dibînim. Dixwazim ku derbarê Iraqê de pirsyarê li te bikim. Vê sibehiyê te Serok Erdogan dît, Tirkiye dixwaze bi rêya destpêşxeriyeke dîplomastîk a di navbera Fransa û Tirkiyê de li Netewên Yekbûyî rêgiriyê li referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistan-Bakurê Iraqê bike. Ez dixwazim derbarê vê destpêşxeriyê de pirsyarê bikim, herwiha Fransa jî dostekê dîrokî yê Kurd e, çima Fransa dibe beşek ji vê fişara navdewletî bo rêgirtin ji proseyeke demokrasiyê li Bakurê Iraqê-li Kurdistanê?
Serokê Fransa, Emaneul Macron: “Fransa qet nabe beşek ji inisyatîvekê ku rê li pêş proseseyeke dîplomatîk, yanî proseyeke demokratîk bigire. Weke te gotî, pêwendiyeke Fransa ya dîrokî li gel Kurdan heye û bi taybetî kurdên Îraqê. Ev pêwendî ji demeke dirêj ve ye û rêzgirtineke min a mezin ji vî gelî re heye ku xebatê dike û berevaniyê di ber nirxên xwe û dîroka xwe de dike. Serok Barzanî bi niyaz e ku di 25ê Eylûlê de referandumekê organîze bike ku dibe encama wê serxwebûneke temam be li Kurdistana Iraqê. Ez hêvî dikim ku ev referandum heger hate encamdan, ji bo wê yekê be ku nûneratiyeke kurdên Iraqê ya baş di hikûmet û çarçoveya destûra Iraqê de hebe. Çima? Ji ber ku îro pêwîstiya me bi Iraqeke aram li ser asta xaka xwe û li ser asta siyasî heye. Lewre, ez bi hêvî me ku Serokwezîrê Iraqê neyê lawazkirin. Wezîrê derve, berî çend heftiyan, çûbû Îraqê û seredana Bexdayê û paşê Hewlêrê kiribû da ku berdewamiyê bide vê nêrîna Fransayê. Li vir ez dixwazim pir bi zelalî bibêjim ku Fransa hêvîya cîgîrîya Îraqê û serkeftina serokwezîrê Îraqî dike, lê her weha ew hêvî dike ku hikûmetek û hevsengiyeke siyasî hebe ku rêzê li hemû krmîne û pêkhateyên Îraqê û bi taybet kurdan bike. Ji lew re, ez daxwazê ji serok Barzanî dikim, ku referandomê, eher dixwaze encam bide, bike referandomek ji bo derbirîna îradeya xwe di nava saziyên Îraqê de ne ku cudabûnekê ku dibe encamên wê yên negativli ser tevahiya herêmê hebin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse