Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

EFRÎN - Çekdaran dest bi ser tevahiya xêrûbêran de girtine

Ji aliyê Hisên Omer 19-9-2018
Efrîn

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 18ê Adara 2018an, bajarê Efrînê ket bin destê hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar. Ev 6 meh in Efrîn di destê wan de ye û di warê xizmetguzarî, aborî, ewlekarî, guhertina demografî û perwerdeyê, rewşeke gelekî xerab li bajêr heye.

 

Grûbên çekdar ên bi ser bi Tirkiyê ve, çawa ku dîrekên elektirîkê, kablo û amûrên wan rût kirine, herwiha xêrûbêrên bajêr û rewşa jiyanê li wî bajarê Rojavayê Kurdistanê hişk û zuha kirine.

 

Derbarê rewşa niha ya Efrînê de, Tora Medyayî ya Rûdawê zanyariyên hûr debarê xizmetguzarî, aborî, ewlekarî, guhertina demografî û perwerdeyê de ji nava Efrînê bi dest xistine.

 

Li gorî vê yekê; ava vexwarinê ev 2 meh in li ser Efrînê hatiye qutkirin. Welatî her tankereke avê bi 5 hezar lîreyên sûrî dikirin.

 

Elektirîk ji 13 saetan rojana daketiye 10 saetan. Nirxê heftane yê her ampêrek elektirîkê ji hezar û 200 lîreyan bûye hezar û 500 lîre.

 

Diziya mal û milkê xelkê ji aliyê çekdaran ve berdewam e. Girtin û standina pereyên pir ji xelkê berdewam in. Tevgera aborî pir lawaz bûye û rewşa jiyana xelkê pir xirab bûye.

 

Kolan û çadeyên Efrînê tijî komên paşmayan bûne. Her du rojan carekê şaredarî paşmayan ji cadeyên radike. Piraniya bazirgan û firoşyaran li nav bajêr Erebên hawirde ne. Piraniya nişteciyên bajêr Erebên niştecîkirî ne.

 

Heta niha sala nû ya xwendinê li herêma Efrînê dest pê nekiriye. Çavkaniyên ku ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re axivîn, tekez dikin ku ji bilî xirabiya rewşa hemû warên jiyanê, grûpên çekdar ji bo talankirina berhem û zeviyên xelkê avêtina ser malan û welatiyan digrin. Bi vî awayî hewl didin xelkê herêmê neçarî koçberiyê bikin daku siyaseta guhertina demografî bi temamî cî bi cî bikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Efrîn, Çekdar, Tirkiye
963 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.156 seconds