Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Tirkiye hewl dide peywendiya Amerîka û PYD qut bike

Ji aliyê Şewket Herkî 19-11-2018
Tirkiye ji bo ku li ser peywendiyên Amerîka û PYDê nerazîbûna xwe bîne ziman careke din di asta wezîrê derve de seredana Amerîkayê dike

Enqere (Rûdaw) - Tirkiye ji bo ku li ser peywendiyên Amerîka û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nerazîbûna xwe bîne ziman careke din di asta wezîrê derve de seredana Amerîkayê dike. Li aliyê din jî tê gotin Tirkiye bi çend şertan amade ye ku bi PYDê re dest bi danûstandinan bike.

 

Wezîrê yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo gotûbêjkirina mijara peywendiyên Amerîka û PYD û herwiha mijara radestkirina endamên cemata Fethulah Gulen yên li Amerîkayê ye, li Washingtonê ye.

 


Wezîrê yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo gotûbêjkirina mijara peywendiyên Amerîka û PYD û herwiha mijara radestkirina endamên cemata Fethulah Gulen yên li Amerîkayê ye, li Washingtonê ye.  Çavuşoglu dê bi du dosyayan daxwazên Tirkiyê radestî Amerikayê bike. Dûr ji ziman û helwesta tund a hikumeta û ragehandina Tirkiyê ya di derbarê PYDê de Parlementerekî CHPê îdia dike ku  dema danûstanên Tirkiyê û PYDê nêzîk dibin.


 

Derbarê vê mijarê Parlementerê CHPê Abdullatîf Şener ji Rûdawê re wiha aixfî: “Ev mesele dê eşkere bike ka Tirkiye çawa li meselê dinêre. Lê bi taybetî dema  em li Salih Muslîm û rewşa heyî binêrin, bi zelalî xuya dike ku Tirkiye li dû hevalbendiyekê digere. Ji ber em wisa nafikirin ku careke din geşedaneke bi vî rengî çênebe.”

 

Li SETAyê jî ku weke navendeke aşkerekirina nexşerêyên Wezareta Derve ya Tirkiyê tê zanîn heman şirove tê kirin; lê şarezayên SETAyê dibêjin çend şertên Tirkiyê ji bo danûstanên ligel PYDê  hene.

 

Lêkolîner û akademîsyênl ji SETAyê Can Acun  jî wiha got: “Di derbarê rojhilatê Firatê de çend daxwazên Tirkiyê hene. Tirkiye dixwaze grubên oposîzyonê yên Kurdan weke ENKSê ku ne di bin bandora PKKê  de ne û nêzîkî Bakurê Iraqê ne  û ji aliyê PKKê ve hatine derxistin û sûrginkirin û her wisa encûmenên xwecihî yên ereban jî careke din vegerin û  bibin xwedî rol. Tirkiye dixwaze di heman demê de peywendiyên  Hêzên Suriya Demokratîk û PKKê û serkirdeyên PKKê  bi temamî xilas bibin.”

 

Çavuşoglu dê ji bilî mijara PYDê dosyayeke ku navên kesên nêzikî cemata Fethulah Gûlen tê de ne jî dê radestî rayedarên Amrîkî bike, lê di meseleya cemata Fethulah Gulen de zêde hêviyên Tirkiyê nîne ku Amerîka di demeke nêzîk de gaveke biavêje

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.297 seconds