Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Eskerî: Ti pêwendiya Tirkiyê bi bilindkirina Ala Kurdistanê ve nîne

Ji aliyê RÛDAW 20-3-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Civata Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî helwesta Tirkiyê ya li hember bilindkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê weke “destwerdana nav karê navxwe yê Iraqê” binav kir û got; “Ti pêwenidyeke Tirkiyê bi bilindkirina Ala Kurdistanê ve nîne.”

 

Endamê Civata Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji Rûdawê re got; “Daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê ya li ser li Kerkûkê bilindkirina Ala Kurdistanê destwerdanekê eşkere ye li karûbarên navxwe yê Iraq û Herêma Kurdistanê. Bilidnkirina Ala Kurdistanê mijareke navxweyî ye, ti pêwenidyeke wê bi Tirkiyê ve nîne.”

 

Eskerî herwiha got; “Ji ber çi ji bo Tirkiye asayî ye ku li Stenbol û Enqerê Ala Kurdistanê bilidn bike lê em li Kurdistanê ala xwe bilind nekin? Me Ala Iraqê ne avêtiye. Em bi rijd in, ku dê li ser tevahî saziyên fermangehên Kerkûkê Ala Kurdistanê bê bilindkirin. Dê di demekê nêzîk de jî Civata Parêzgeha Kerkûkê li ser vê mijarê biryarê bide.”

 

Ehmed Eskerî herwiha diyar kir; “Hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê ne mijareke nû ye. beriya niha dema Hêzên Pêşmerge ev herêm bi xwîna xwe parast, Ala Kurdistanê bilind kirin.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Huseyin Muftuoglu li ser hildana Ala Kurdistanê ya li tevahiya sazî û dezgehên fermî yên parêzgeha Kerkûkê gotibû; “Tevgera tek alî ya li ser mijara Kerkûkê, zirarên digihîne hewlên ji bo ji hev nêzîkbûnê û îstîqrara Iraqê û wan hewlan dixe metirsiyê. Ew cure hewl xeterê li ser pirkulturiya Kerkûkê çêdikin, ku dewlemendiyên civakî, kulturî û aborî yên Iraqê di vî bajêrî de bi hev ve girêdayî ne.”

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
214 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Şêrîn | 2017-03-26 7:18:37 PM
Ser xêrê be û bi hêvîya go ev şer bi dawî bibe û ala kurdistanê li hemo herêmin kurdî bilind bibe.
FLAŞ - Şervanan firokexaneyek leşkerî kontrol kirin
| Duh vî demî 10:09 | (1)
Bernas | 2017-03-26 5:22:07 PM
Ma Kurd wan ji DAIS biparézin, ku KERKUK nabú Músin ji ber xwín ú qeda Peshmerge, ma Ereb ú Turkmen jí rabin dijí ala Kurdistan derkevin. Ew nabe,...
Mir | 2017-03-26 5:35:50 PM
Kurd ne benda destúra turkmen in bi hildana ala Kurdistan. Azerí jí Turkmení jí her tim doza gelén xwe wé demé dikin, kíngé Kurd serwerí ú serxebún...
Kerkûk êdî biryara xwe ya dawîn dide
| Duh vî demî 06:29 | (3)
Naaaaa | 2017-03-26 2:37:00 PM
Me jî heta naha digot qey rêvabirîya Kurdistanê Kurdin.Lê em dîsa nerast derketin û dibînin ew ne Kurdin yanjî Kurdin indabûyîne...Naha dîsa gelê...
HEWLÊR - Mamosta li dijî biryara ‘hilbijardekirina zimanê kurdî’ ne
| Duh vî demî 03:52 | (1)
Dilxwaz | 2017-03-26 12:32:31 AM
Ma Salih Mislim ê wan li kuye? Tirka got em wî bibînim, em ê wî bigirin û ji wî caxîde windaye û kes jî lê napise û qala wî nake. "Min meraq kir,"
Baran | 2017-03-26 11:07:59 AM
Min bihîstîye Salih. M di zîndana Qendîlî deye. Ş? bersiv. Cemîl B ji Salih ra got çima heta nihe YPGê Şengal bi temamî dagîr nekire û PDKe ji wir...
ENKS PYDê bi revandina endamê xwe tohmetbar dike
| Duh vî demî 11:42 | (2)
0.437 seconds