Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Necmedîn Kerîm: Êdî Ala Kurdistanê li Kerkûkê tê bilindkirin

Ji aliyê RÛDAW 20-3-2017
Necmedîn Kerîm

Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê merasîma pîrozbahiya Cejna Newrozê dest pê kir û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di gotarekê de ragihand, ku êdî dê Ala Kurdistanê li Kerkûkê li kêleka Ala Iraqê tê bilindkirin.

 

Merasîma pêşwazîkirin li cejna netewî ya Newrozê li Kerkûkê jî birêve diçe. Di merasîma pîrozbahiya îsal a Newrozê de, bi hezaran hevwelatiyên Kerkûkê ji pêkhateyên cuda yên vî bajêrî beşdar bûne.

 

Di merasîma pîrozkirina Cejna Newrozê ya Kerkûkê de, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî û rayedarên rêveberiya Kerkûkê û berpirsên partiyên siyasî amade bûne.

 

Biryar e, di merasîma îro ya li Kerkûkê de, agirê Newrozê were hilkirin û  mezintirîn Ala Kurdistanê jî li Kerkûkê were bilindkirin.

 

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di merasîmê de gotareke kurt pêşkêş kir û tê de cejna Newrozê li tevahiya xelkê Kerkûkê bi hemû pêkhateyên wê ve, û herwiha li xelkê Kurdistanê pîroz kir.

 

Necmedîn Kerîm di gotara xwe de amaje bi rola Pêşmergeyan di parastina Kerkûkê û tevahiya Kurdistanê de kir û ragihand, ku gelê Kurdistanê rêz û pêzanîn heye li hember têkoşîna pêşmergeyên qehreman, ku dijminekî weke DAIŞê têkbir.

 

Kerîm spasiya hemû partiyan jî kir, ku ji bo parastina parêzgeha Kerkûkê hewl dane û alîkariya wê parêzgehê kirine.

 

Parêzgarê Kerkûkê behsa hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê kir û got, êdî li Kerkûkê Ala Kurdistanê li kêleka Ala Iraqê kir û tekez kir, ku Ala Kurdistanê ala hemû pêkhateyên Kerkûkê ye.

 

Necmedîn Kerîm li ser nerazîbûnên hin aliyan li ser biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên saziyên fermî yên Kerkûkê jî axivî û got: “Bi wan kesan jî dibêjim, yên ku dixwazin aloziyan derxînin, Ala Kurdistanê, ala Ereb û Turkmenan e, berî ku Ala Kurdan be, çimku ew Ala Kurdistanê ye, Ala Kurdistanê jî ala hemûyan e.”

 

Kerîm di axavtina xwe de tekezî li ser berdewamiya pêkvejiyana navbera hemû pêkhateyên Kerkûkê û parastina wê pêkvejiyanê jî kir.

Şîrove

 
Roşev Sitav | 20-3-2017
Mala cenabê te hezar carî ava kekê Necmeddin..
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
646 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Şêrîn | 2017-03-26 7:18:37 PM
Ser xêrê be û bi hêvîya go ev şer bi dawî bibe û ala kurdistanê li hemo herêmin kurdî bilind bibe.
FLAŞ - Şervanan firokexaneyek leşkerî kontrol kirin
| Duh vî demî 10:09 | (1)
Bernas | 2017-03-26 5:22:07 PM
Ma Kurd wan ji DAIS biparézin, ku KERKUK nabú Músin ji ber xwín ú qeda Peshmerge, ma Ereb ú Turkmen jí rabin dijí ala Kurdistan derkevin. Ew nabe,...
Mir | 2017-03-26 5:35:50 PM
Kurd ne benda destúra turkmen in bi hildana ala Kurdistan. Azerí jí Turkmení jí her tim doza gelén xwe wé demé dikin, kíngé Kurd serwerí ú serxebún...
Kerkûk êdî biryara xwe ya dawîn dide
| Duh vî demî 06:29 | (3)
Naaaaa | 2017-03-26 2:37:00 PM
Me jî heta naha digot qey rêvabirîya Kurdistanê Kurdin.Lê em dîsa nerast derketin û dibînin ew ne Kurdin yanjî Kurdin indabûyîne...Naha dîsa gelê...
HEWLÊR - Mamosta li dijî biryara ‘hilbijardekirina zimanê kurdî’ ne
| Duh vî demî 03:52 | (1)
Dilxwaz | 2017-03-26 12:32:31 AM
Ma Salih Mislim ê wan li kuye? Tirka got em wî bibînim, em ê wî bigirin û ji wî caxîde windaye û kes jî lê napise û qala wî nake. "Min meraq kir,"
Baran | 2017-03-26 11:07:59 AM
Min bihîstîye Salih. M di zîndana Qendîlî deye. Ş? bersiv. Cemîl B ji Salih ra got çima heta nihe YPGê Şengal bi temamî dagîr nekire û PDKe ji wir...
ENKS PYDê bi revandina endamê xwe tohmetbar dike
| Duh vî demî 11:42 | (2)
2.843 seconds