Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

VÎDEO - Ala Kurdistanê li ser Kelha Kerkûkê hat bilindkirin

Ji aliyê RÛDAW 20-3-2017
Ala Kurdistanê li Kerkûkê hat bilindkirin

Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê tevî birêveçûna merasîma pîrozbahiya Cejna Newrozê, aleke mezin a Kurdistanê li ser Kelha Dîrokî ya Kerkûkê hat bilindkirin.

 

Îro duşemî 20ê Adara 2017ê bi amadebûna Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî û berpirsên hikûmetî û partiyên siyasî yên Kerkûkê, merasîma pîrozbahiya Cejna Newrozê birêveçû.

 

Bi hezaran welatiyên Kerkûkê ji hemû pêkhateyên wê ve beşdarî ahnega pîrozkirina Cenja Newrozê bûn.

 

Di merasîmê de Necmedîn Kerîm axavtinek kurt pêşkêş kir û bi helkevta hatina Cejna Newrozê pîrozbayî li xelkê Kurdistanê û Kerkûkê kir.

 

Necmedîn Kerîm herwiha diyar kir, ku êdî li Kerkûkê li kêleka Ala Iraqê, Ala Kurdistanê jî tê bilindkirin û tekezî li ser pêkvejiyana navbera pêkhateyên Kerkûkê kir.

 

Piştre li ser Kelha Dîrokî ya Kerkûkê aleke mezin a Kurdistanê hat bilindkirin û  agirê Newrozê hat pêxistin û şahiyên ji bo cejnê hatin destpêkirin.


 

3579 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Besam Mistefa | 2017-07-25 10:24:12 AM
Gelek spas û rêzgirtin kekê hêja Kardox...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (2)
Kurdo | 2017-07-22 11:37:47 AM
Name û navroka xwe,hatî tertîb kirin ku Gorran îdî kare Dozek mezin birêve bibet.Lê bi rastî ne wisa ye,kiryarên Gorranê û ji cihê jê hatî dîyare ku...
Nameyekî Newşîrwan Mistefa ya li ser hilbijartina serokê nû hate belavkirin
| 22-7-2017 | (1)
lolozano | 2017-07-22 3:30:58 AM
Ronakbîrê Hêja!Ako!Dewleta Swêdê an Memleketa xwe,sîyaseteka teybetî bi rêve diçe!Di demên Cengên her du Cîhanê de,nebû terefdarê Dewletên ...
Hikûmeta Swêdê li dijî raya milletan e
| 19-7-2017 | (1)
Kurdo | 2017-07-21 7:15:49 PM
Kî îdayên .Nurî Makîkî bixwene,yê bêje Barzanî li ser heqîyê ye. Çinkê çi hêvî bi Bexdadê namîne ku Kurd bawerîyê bi Bexdadê bikin. Nurî Malîkî,Kesê...
Nûrî Malîkî: Kurdistan nabe dewleteke serbixwe
| 21-7-2017 | (1)
0.422 seconds