Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Divê em bileztir bin û dewletê bikin diyarî bo gelê Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 20-3-2017
Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama newrozî ya xwe de ragihand, pêwîst e hemû alî bi rihekî niştimanperwerî tevbigerin û bileztir pêngavan bavêjin û dewleta serbixwe ji gelê Kurdistanê re bikin diyarî û xelat.

 

Bi helkevta hatina Cejna Newrozê, Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

 

Mesrûr Barzanî di destpêka peyama xwe de bi van gotina dest pê dike: “Sersala Kurdî û cejna netewî ya Newrozê li tevahiya aliyan pîroz dikim.”

 

Barzanî herwiha dibêje: “Sersal û cejna netewiya Newrozê li malbetên serfiraz ên şehîdan, pêşmergeyên leheng û qehreman, karmendên dezgehên ser bi Encumena Asayişa Kurdistanê, polîs û tevahiya gelê berxwedêrê Kurdistanê pîroz dikim û hêviya cejneke xweş û kameran ji wan re dixwazim.”

 

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi qurbadîndan û xweragiriya gelê Kurdistanê dike û daxwaz dike, ku hemû alî û partiyên siyasî li gorî qurbanîdan û xweragiriya gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge tevbigerin.

 

Di peyama Mesrûr Barzanî de tê gotin: “Niha ku dever di nava guhertinên bilez de ye, hêviya pêşerojeke geş bo gelê me ji me tê kirin, çawan pêşmerge bi qehremanî û qurbanîdanê û welatiyên Kurdistanê jî bi berxwedan astengiyên heyî derbas kirin, her wisa jî lazim e tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî bi yek helwest, yek îrade û bi canê nîştimanperwerî û hezkirina ji xak û netewa xwe li hember tevahiya wan metirsiyan rawestin, daku bikaribin ew qonaxa han derbas bikin û bigihîjin bi xweziyên şehîdan ku xweziya birêxistinkirina nîştiman û welateke serfiraz û bihêz e û pêwîst e, ku em jî bo vê yekê pêngavên xwe bileztir bikin, daku li hember xwîna şehîdan, karesatên ku rastî gelê me hatine di enfal û komkujiyan de, dewleta serbixwe bikin xelat û diyarî bo gelê Kurdistanê.”

 

Barzanî di dawiyê de jî daxawzekê ji hêzên ewlehiyên yên Kurdistanê dike û dibêje: “Her bi vê minasebeta han daxwaz ji tevahiya dezgehên ewlekariyê dikin, weke hertim hişiyar û çavvekirî bin bo dabînkirina rewşeke aram û tenah bo tevahiya welatiyên hêja û birûmet û ew kesên ku ji ber tundûtîjî û şerên deverên din berê xwe dane Kurdistanê.”

 

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-05-22 9:50:38 AM
Ev artêsh mîna DAISHÊ û El Nusra ye. Hic farq nîne, tenê li rûyê wan binêrin. Rîyê xwe berdane, weka DAISHê berê. Mixabin tirkîyê daxwaza Dewleta...
Tirkiye artêşeke nû li bakurê Sûriyê ava dike
| 6 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2017-05-21 7:26:34 AM
Rewşa Bakurî Kurdistanê li Turkîyê,bi hewcehî Serokekî milî nasyare ne bi hewcehî nîv Serokeka bi ldîloceyeka dem bi serve çûye hatî perwerde...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-05-21 4:59:50 PM
Xanima Serpil, Nexşerê eve: 1➡ bi Kurdî biaxivin û binvîsin û Dest ji Axiftina Tirkî û Nivîsên Tirkî berdin. 2➡ Cilê Kurdî li xwe bikin, Cilên Kurdî...
Hevseroka nû ya HDPê: Em li ser nexşerêyeke nû dixebitin
| Duh vî demî 08:27 | (2)
Suleyman Inci | 2017-05-21 10:16:54 AM
Newsirvan rebereki Akademik bu xebata wi ji bo Kurdistan ke demokrati bu diji bertilxwarine u gendeli ye bu. Xwede rehma xwe leke sere malbata We ,wi...
Simo | 2017-05-21 4:21:19 PM
Suleyman lncî,law tû Qasim Suleymanî nas nakî kîye,heger Qasim Suleymanî Hevalê Kurdekî be,bila ew Kurda,ji xwe re,nebêje ez Kurdim.Qasim Suleymanî...
Ji Qasim Sulêymanî peyama serxweşiyê
| Duh vî demî 11:35 | (2)
Aarif | 2017-05-20 6:38:50 PM
Bi rêz kak, azîzakanim, li ser pirsa rêya rastîya PKK û methodologia PKK ez bi xwe ne bawerim xeltî hebêtin, ji ber hindê, ji bo çi ? di sereta de,...
lolozano | 2017-05-21 6:03:16 AM
Sedemên leşkerî û sedemên sîyasî û civakî û Dewlet,berê PKKê didet xeletîyan gotinên hemî rastin û nesîhetên te,tû li PKKê dikî,tevî wisa PKKê,ne...
Bakura PKKê
| 18-5-2017 | (2)
0.562 seconds