Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

DUHOK – 50 hunermend beşdarî ahengên Newrozê dibin

Ji aliyê RÛDAW 20-3-2017
Duhok

Duhok (Rûdaw) – Li bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê hemû rêveberiyên parêzgehê plana Cejna Newrozê amade kirine. Biryare li 40 cihên cuda ahengên Newrozê bên sazkirin û agir bê hilkirin. Herwiha dê 50 hunermend jî di ahengan de amade bin.

 

Rêveberê Nivîsîngeha Rûdawê Nasir Elî ragihand, li navçeyên Duhokê amadekariyên Cejna Newrozê hatine kirin. Biryare îro li çend cîhan agirê Newrozê bê hilkirin.

 

Nasir Elî daxuyand, ku demjimêr 4:30ê îro êvarê dê li navenda bajarê Duhokê karnavalek bê sazkirin û agir bê hilkirin. Elî diyar kir, ku dê paşî beşdarên Newrozê ber bi Parka Panoramaya Azadiyê be bimeşin. Biryare demjimêr 6:30ê êvarê jî bi fermî agirê Newrozê li Duhokê vêkeve.

 

Li aliyê din ve, Rêveberiya Giştî ya Tendurustiya Duhokê rêkariyên derbarê Cejna Newrozê de destnîşan kir. Hevdem Polîsên Hatinçûna Duhokê jî çend cadeyên sereke yên hatinçûnê û geştiyariyê diyar kir.

 

Biryare li Duhokê ahengên Newrozê 3 rojan berdewam bikin. Dê di ahengan de 50 hunermend amade bin.

 

Li navçeyên Amêdiyê, Akrê, Zaxoyê, herwiha li bajarokên Dêrelûkê û Sêmêlê, dîsa 27 kampên koçberan jî agirê Newrozê dê bê hilkirin.

 

Li navçeyên nû hatine rizgarkirin jî dê piştî bidawîbûna desthilata DAIŞê Newroz bê pîrozkirin. Di Neroza navçeyên Başîk, Nawêran, Batnaye û Tilsiqofê bi beşdariya pêşmerge û pêkhateyên van herêman ahengên Newrozê bên sazkirin.  

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
204 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Baran | 2017-03-19 11:38:18 AM
Bi kort û kurmanc, ev gotinên te kirîn li ser Partên Silêmanîyê, di hemu waranda rastin û li cihê xwene,bi taybetî li ser pirsa serxwebunê. Ne Bexda,...
Bernas | 2017-03-22 10:15:44 PM
Ger ew ne di nav de ne, ma keremkin bibéjin, ka GORAN ú YNK/Hero bibjin, ew li kijan alín e ? Tér nake, ku mírov bibéje, dewleta Kurd ji ya saddam...
Gelo Silêmanî dê di nav “Dewleta Barzanî” de be?
| 19-3-2017 | (4)
Bila seré xwe li Diwaran bixin | 2017-03-20 10:15:35 PM
Bila herin seré xwe li diwar u zinara bixin.. anji bila xwe intixar bikin. Her ti$t bi daxwaza Bexdayé u Enqeré nabe!!!
Mehemede Kurdi | 2017-03-22 1:06:02 PM
çi zu bîr dikin berê li ew bajarê ji sedî şest Kurd rudiniştin, piştî saddam Kurda Kuşt u qewirand wira ket vî halê. Gava Kurd dihat Kuştin tu dewlet...
KERKÛK - Bexda li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê derket
| 20-3-2017 | (4)
Roşev Sitav | 2017-03-21 8:12:44 PM
Aa çi xa$.. Rastî jî kêfa merîyan tê.
Erdogan bi kurmancî, zazakî û soranî Newroz pîroz kir
| 21-3-2017 | (1)
Baran B | 2017-03-21 8:09:08 PM
Dijminên dêmokratîyê, wate komunîst û faşîtên ko Rojava dagirkirî ye bila bo xwe dersa ji dîrokê werbigirin. Bila bizanin ka çewsîsko, Mîlosîvîç,...
Li Qamişlo pîrozbahiyên Newrozê bi coş bûn
| 21-3-2017 | (1)
0.484 seconds