Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzanî: Êrişa leşkerî bo ser Kurdistanê mehal e

Ji aliyê Rûdaw 20-9-2017
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, ew di vê baweriyê de ye, “eger ku referanduma serxwebûnê were encamdan, ti artêşek êrişî Herêma Kurdistanê nake.”

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro çarşembiyê di hevpeyvînekê de li gel komek ji rojnamevanan got: “Ez ti êrişeke leşkerî bo ser Herêma Kurdistanê nabînim. Ew yek nemumkin e ku çê be.”

 

Barzanî got: “Gefa leşekrî li dijî çi? Li dijî referandumê? û tekez kir: Ez vê yekê pêşbînî nakim bi ti awayî, heta eger rêkarên din cîbicî bikin, her weke ku ew dibêjin ku dê bikin, lê belê bijardeya leşkerî mehal e.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  amaje bi wê yekê kir, ku “cîranên Kurdistanê li herêmê berjewendiyên stratejîk bi hev re hene û ji ber wê penah nabin ber bijardeyên leşekrî weke dijatiya xwe bo referanduma 25ê Îlonê.”

 

Nêçîrvan Barzanî desnîşan kir, ku “Tirkiye azad e ku di nava sînorê xwe de çi dixwaze bike, û herwiha Îran jî”, û da zanîn, “lê belê eger hat û amrazên leşkerî li dijî referaduma ku dê li Kurdistanê were encamdan, bi kar bînin, ew yek mehal e. Ew nikarin wê yekê bikin, ji ber ku ne di berjewedniya wan bi xwe de ye.”

 

Nêçîrvan Barzanî tekez kir: “Ew tekez, tekez û tekez vê yekê nakin.”

 

Li jêr naveroka hevpeyvîna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya li gel saziyên medyayê tê pêşkêşkirin.

 

Derbarê mijara referandumê de ku biryar e di 25ê Îlonê de were encamdan, di çend rojên bihorî de hejmareke zêde ya welatên cîhanê hatine ser xet, daku referandum li Herêma Kurdistanê were paşxistin û di vê demê de neyê kirin, piraniya welatan li dijî referandumê ne, aya hûn weke serkirdatiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê bi çi tiştî kêmtir razî nabin ji bo paşxistina referandumê?

 

Nêçîrvan Barzanî: Divê em ji vê dest pê bikin, ku çima biryara referandumê hat dan. Bêguman biryara destnîşankirina roja referandumê, biryarekî yekaliyane nîne, belku biryara hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê bû, ji bilî hevalên Goran û Komelê ku di vê civînê de nebûn, lê belê hêzên din hemûyan biryar li ser wê da ku referandum were kirin.

 

Weke prensîp mafê her milletekê ye ku bixwaze referandumê encam bide bo derbirîna nêrîna xwe, bi nisbet her babetekê, weke mînakek bo we jî, gelek caran li welatên derve û li Swîsê referandum li ser wê dihat kirin, ku aya dema wê ye, ku şaxên bizinan bibirin anku nebirin. Wate, referandum li ser wan tiştan dihat kirin, referandum ji bo derbirîna nêrîna vê civakê ye, ev xelkê ku dixwaze bi dilê xwe deng bide li ser paşeroja xwe.

 

Heta niha ev referanduma ku biryar hatiye dan, ku li Herêma Kurdistanêwere encamdan, di rastiyê de di encama bêhêvîbûnê de bûye, bi taybet ji aliyê Iraqê ve û di çend salên bihorî de.

 

Em çima gihîştine biryara referandumê? Pirsyara herî giring ev e, çima em wiha difikirin, ku divê referandum were kirin? Me, 12 salan li Iraqê yak u bi me hat kirin (me kir), me destûrek nivîsand, her çi di şiyana serkirdatiya siyasiya Herêma Kurdistanê de bû, bi taybet cenabê Serok Talebanî û Serok Barzanî hemû tiştek kirin, lê belê em niha gihîştine sînorekê, bi nisbet me ve pirsyareke giring heye, ev jî ev e ku em li kudera vê Iraqê ne? Li ser vê bingehê jî ew biryar hat dan, ku referandum were kirin, daku xelkê cîhanê jî bizanin ku ra û nêrîna Herêma Kurdistanê tevî hemû pêkhateyên xwe ve, ku li Herêma Kurdistanê dijîn, çi Kurd, Mesîhî, Tirkmen, Ereb û Êzidî û hemû ewên din, li ser vê babetê çî ye.

 

Referandum bi nisbet me ve amrazek e, armanc nîne, armanca me gelek zelal e ku serxwebûna Kurdistanê ye, em referandumê weke amrazekê dibînin, daku vê armancê bi dest bixin, mebesta me jî ev nîne, ku eger em referandumê bikin, roja piştî vê di 26ê mehê de em dewleta Kurdistanê ragihînin, belku em dixwazin di proseyeke danûstandinê de li gel Bexdayê gelek bi hêminî û li ser xwe bêyî ku ti pirsgirêkek çê bibe, em dixwazin vê mijarê li gel wan were gotûbêjkirin.

 

Niha civaka navdewletî bi taybetî Amerîka û Brîtanya hemû li ser xetê ne, eger wan hemû aliyan alternatîveke baştir ji referandumê heye û bidin me, tekez serkirdatiya siyasiya Kurdistanê amadeyiya vê heye, ku vê mijarê binirxîne û vê mijarê bi ciddî werbigire, çimku em jî nabêjin, ku em dixwazin bi her curekê be, divê em bikin. Na, eger alternatîveke baştir ji referandumê heye, tekez serkirdatiya siyasiya Kurdistanê amade ye ku bi ciddî werbigire û li ser biaxive, eger bi rastî garantiyek heye, jib o wê yekê ku em bigihîjin bi vê armanca ku me heye, bi taybet bi rêya gotûbêj û danûstandina li gel Bexdayê, vê demê me ew yek pê baştir e ji wê yekê ku pirsgirêk çê bibe.

 

Ew mijar pirsekî ciddî ye û tenê çend roj mane, heta ku niha xelkê Herêma Kurdistanê dudul in û gef û metrisiyan bi ciddî werdigirin, pirsyar ev e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi piştrastiyekê dide xelkê, di dema çûna wan bo ser sindoqên dengdanê? Bi taybet bo wan gef û metirsiyên ku hene bo ser hevwelatiyan û debara rojane ya xelkê, çi ji vê mûçeya ku werdigire û çi ji aliyê pêwîstiyên rojane yên jiyanê, aya Hikûmeta Herêma Kurdistanêdi vê bareyê de amadekarî kiriye?

 

Ji xwe rastiyek heye, yak u îro em li Kurdistanê dibînin, bi xwe ew proseya ku dest pê kiriye, ev referandum e, eger em temaşeyê vê coş û kelecanê bikin li Kurdistanê, heta îro cenabê Serok dê li Silêmaniyê be, li hemû bajarên din ên Kurdistanê eger em bera xwe bidinê, ew karnavala ku niha dest pê kiriye, ew bi xwe referandum e û ew jî zelal e ku gelê Kurdistanê çi dixwaze.

 

Ya ku cenabê te, tu amaje pê dikî, ti tştek garantiya wê nîne, wate em nikarin bêjin, ti tiştekê garantiya wê heye, eger pirsyar ev e, ku me garantî wergirtiye li ser tiştekê bo debara xelkê, garantî tine ye, lê belê ez di vê baweriyê de me ku qebareya vê referandumê bi taybetî li welatên derdorê gelek ji qebareya xwe hatiye mezinkirin, tênegihîştineke gelek ciddî li ser babeta referandumê heye, ya ku Herêma Kurdistanê dixwaze bike.

 

Em hêvîdarin bi ji hev têgihîştinê em bikarin çareseriyekê bibînin bo vê mijarê, çi li gel welatên derve, çi li gel welatên herêmê jî, eger ew alternatîva  ku didin Herêma Kurdistanê, alteratîvek be ku bi rastî serkirdatiya siyasî (ya Kurdistanê) bawerî pê hebe, em amade ne şansê dawî bidin gotûbêj û danûstandinê, daku em bigihîjin çareseriyê.

 

Niha li Kurdistanê amadekarî û beşdariyeke çalakane di karnavalan de heye bo encamdana referandumê, hevdem bi rêya ragihandinan ve em wê jî dibînin ku hevbeşiyeke zêde ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bo encamdana referandumê heye, ew beşdariya çalak ji aliyê gelê Kildanî û Suryanî û Aşûrî û Ermenî ve jî heye, em dixwazin ji we yê birêz bibihîsin, gelo rengvedaneke diyarkirî ji aliyê Kildanî û Suryanî û Aşûrî û Ermenî ve di referandumê de heye?

 

Em dema ku behsa referandumê dikin, behsa referandumê nakin bes ji bo Kurd, li vî welatê me Kurdistanê, hemû pêkhate di vî welatî de dijîn, di rastiyê de em navê wan weke kêmîne jî nahînin, çimku em di vê baweriyê de ne, ku ewana reh û binekî gelek kûr di vî welatî de heye, tekez babeta referandumê û piştî referandumê û heta pêkhateya paşeroja Herêma Kurdistanê, bi tekezî yak u bi nisbet me ve gelek giring e, mafê wan pêkhateyan e ku di nava Herêma Kurdistanê de dijîn.

 

Em amade ne, ku çi di destûra paşeroja Kurdistanê de, garantiyeke temam bidin wan pêkhateyan, ewên ku li Kurdistanê dijîn, îca ew pêkhate çi Tirkmen, çi Mesîhî û her pêkhateyeke din be, em amade ne ku di destûrê de weke ku me ragihandiye û me behsa wê jî kiriye,  ku ew amadeyî ji aliyê me ve heye daku em mafê wan pêkhateyan garantî bikin ku di çarçoveya vî welatî de dijîn.

 

Takê Kerkûkî bi taybet û deverên veqetandî bi giştî curek ji dilgiranî hene, ku di referandumê de û piştî referandumê pirsgirêk çê bibe, yek ji serekîtirîn arîşe jî ku tirsa wan jê heye, ev e ku hinek ji siyasetmedarên Iraqê gefa qutkirina mûçeyê xelkê wan deveran e, aya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yan ew dewleta serbixwe ya ku em çaverê ne di paşerojê de be, çi garantiyekê dide bi Kerkûkiyan û xelkê deverên veqetandî? Ku aşkere ye tenê Kurd jî nînin, belku pêkhateyên din jî li xwe digirin.

 

Di rastî de, di vê proseyê de bi piştrastî ve Kerkûk û deverên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê babeteke sereke ye di vê proseyê de, eger em bera xwe bidin rewşa Kerkûkê, yan wan deverên ku em behsa wna dikin, pêştir jî min ev qise kiriye, eger Hêza Pêşmerge nebûya, diyar nebû ku rewşa Kerkûkê jî weke Mûsilê nedibû, wate yê ku Kerkûk parast piştî sala 2014ê, dema ku DAIŞ hate Mûsilê piştî wê hêzên pêşmerge û hêzên ewlehiyên Kurdistanê bûn ku karîn Kerkûkê biparêzin.

 

Em weke Kurd pêwîst e ku me pêwendiyekî heta ku bêjî baş li gel he,û wan pêkhateyan hebe ku li Kerkûkê dijîn, pêkhateya Tirkmen, pêkhateya Ereb, divê em gelek jî di serederîkirina li gel wan pêkhateyan de hişyar bin û sexî bin di mijara dabeşkirina desthilatê û mijara çawaniya karkirina li Kerkûkê û cihên din jî, divê di paşerojê de jî em vê yekê her bikin.

 

Mijara referandumê li wan cihan tiştek e ku niha em bi ti awayî naxwazin wan deveran bi zorê bînin ser Herêma Kurdistanê, referanduma me bo destnîşankirina sînor nîne, referanduma me bo derbirîna nêrîna xelkê ye li ser mijarekê, Kurd dikare deng bide ku Belê min pê xweş e, Ereb an aliyên din û her kesek çawan deng dide, ew yek proseyeke demokratîk e ku dikare bi curekê din biryarê li ser vê mijarê bide, lê belê eger pirsyar ev e ku aya eger em referandumê li wan deveran bikin, mebesta me ew e ku em dixwazin bi zorê sînorekê danin û li ser pêkhateyên din ku li wan deveran dijîn, ferz bikin, ti demi tiştkî wisa nîne.

 

Li wan deveran, Kerkûk weke mînak, ji xwe tenê Kurd li wê derê nîne, Tirkmen jî li wê derê hene, Ereb jî hene, pêkhateyên din jî hene li wî sînorî, yanî Kerkûk û ew cih û bitaybet jî Kerkûk, divê bibe bajarê pêkvejiyanê, bajarê pêkvejiyana hemû wan pêkhateyan, heta ku niha bi hev re bûn, divê di paşerojê de jî bi hev re bin.

 

Bi rastî nexweş e ku eger îro em bêjin, renge pêkhateyên din deng bo serxwebûnê nedin, divêyabû me pêwendiyeke ewqas baş li gel wan pêkhateyan hebûya li Kerkûkê û cihên din, ku bi dilê xwe hemû aliyan biryar li ser wê yekê daban, ku li gel Herêma Kurdistanê bin. Ez dubare dikim, yê ku Kerkûk ji terorîstên DAIŞê parast, Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên wê (Kurdistan) bûn, em divê pirsyarê li xwe jî bikin, erê çima me nekarî weke pêwîst bawerî bi wan pêkheteyan bînin, ku bi rastî di proseyeke wiha de bên û deng bidin ku jiyan û paşeroja wan li gel Herêma Kurdistanê baştir dibe? Ez di vê baweriyê de me, ku em bi xwe weke Kurd divê em gelek bi ciddî hizir li wê bikin, em rûnin û binirxînin, tekez divê em rêyeke çareseriyê bo wan mijaran bibînin.

 

Derbarê wê yekê ku mijara debara jiyana xelkê li wan deveran dê çawan be, tekez rêyên çareseriyê hene, lê belê di rastiyê de em naxwazin bigihîjin vê qonaxê, em dixwazin em prose, proseyek be ku bi ji hev têgihîştin li gel Bexdayê em bikarin paşeroja wan deveran, sînorê Herêma Kurdistanê destnîşan bikin.

 

Berdewam em dibêjin, ku referandum amraz e ji bo ku xelkê Kurdistanê niyeta xwe nîşan bide, daku li gel Iraqê bijî yan na, cenabê we jî niha di bersiva pirsyarekê de amaje bi wê yekê kir, ku em dê piştî wê bikevine danûstandinê li gel Bexdayê bo diyarkirina dewletê, pirsyar ev e ku gelo ti demeke diyarkirî heye bo wan danûstandinên li gel hikûmeta Iraqê daku em bigihîjin encamekê yan dê bi derdê madeya 140 biçe, ku pêştir madeya 58 bû, ku heta niha jî nehatiye cîbicîkirin? Gelo di nava wê yekê de welatên zilhêz beşdar dibin di wê danûstandina li gel Bexdayê de yan na?

 

Pirsyareke gelek giring e, garantî tenê milletê me bi xwe ye, em bila temaşeyê wê proseyê bikin, me heta niha çi destkevt bi dest aniye di vê proseya ku em ragihandiye em dê referandumê bikin, me kariye careke din, bi bi şêweyekî din bêjim, me ku pêşniyara referandumê kir, ji tirsa me ye bo paşeroja wî millet, me tirseke ciddî heye ku rewşa Kurdistanê dê çawan be, hemû rojekê gef û li gel rêza bo Heşda Şeibî, her yek (ji wan) ji xwe ve qise dike û gefê li Herêma Kurdistanê tê kirin.

 

Ew welat pêwîst e ji kûrahiya nîgeraniyên Kurd û pêkhateyên din ên Kurdistanê têbigihîjin bo paşerojê, em ji xwe ve dîn nînin, ku biryar bidin referandum were kirin, tekez sedema xwe heye ku me ev biryar daye.

 

Ew destkevtên ku ez dibêjim heta niha û heta ku vê demê me bi dest aniye, ev e ku careke din mijara Kurd û doza Kurd li Iraqê û çawaniya çareserkirina wê mesleyê, me aniye ser maseya welatên zilhêz û herêmî û heta Bexdayê jî, daku bi ciddî hizir li vê babetê bike.

 

Me sala 2014ê dixwat ku referandumê bikin, lê belê ji ber DAIŞê me paş xist, ew tiştekî nû nîne, me ji ber encama bêhêvîbûna xwe ya ji Bexdayê berî ku DAIŞ jî bihê, me ew biryar dabû, lê belê ku DAIŞ hat me got bila em proseyê paş bixin.

 

Ya ku niha heye, me kariye di vê proseyê de parlamentoyê aktîv bikin li gel hevpeymanên xwe, li gel Yekîtiya Niştimanî û Yekgirtûya Îslamî û Partiya Komonîst û Sosyalîst û alî û pêkhateyên din ên Tirkmenî û Mesîhî, me careke din parlamento aktîv kir. Me pirsa Kurd wiha lê kir, ku careke din ew mijar rehendeke navdewletî werbigire, niha jî hemû ew welat mijûl in daku bi ciddî hizir li wê bikin ku çawan dikarin alîkariya Herêma Kurdistanê bikin di proseyeke danûstandinê ya li gel Bexdayê de.

 

Ji xwe armanca me zelal e, em naxwazin bi şer vê armancê bi dest bihînin û di berjewendiya milletê me de jî nîne, em dixwazin bi danûstandinê bikin, em dixwazin jîngeheke navdewletî amade bikin bow ê doza ku me heye, em dixwazin welatên derve wisa lê bikin ku piştevaniyê li vê proseyê bikin ku me li gel Bexdayê dest pê kiriye. Tekez her danûstaninekê ku em li gel Bexdayê bikin, divê demeke diyarkirî hebe bo wan daxwaziyan, lê belê em dixwazin garantî jî hebe, ku welatên din ên zilhêz jî beşdar bin di vê proseyê de, ji bo ku em xelkê xwe piştrast bikin, alîkariya me û Bexdayê jî bike, ji bo ku em bigihîjin hinek encaman li ser vê mijarê.

 

Em ku sala par çûne Bexdayê, piştî ku cenabê Serok jî çû bo Bexdayê, , me bi zelalî ji wan re got, ew modêlên ku heta niha li Iraqê me kar pê kiriye, rastî şikestinê hatine. Iraq gelek behsa destûrê dike, bes her wan madeyan cîbidî dike ku di berjewendiya xwe de bin, kerem bikin temaşe bikin, zêdetir ji 50 madeyên destûrê hene ku (Bexda) bi ti awayî her kar pê nake, destûra Iraqê ye jî, çimku di berjewendiya wan de nîne ku vî karî bikin, lewma nakin, lê belê ku tê ser behsa me, yekser behsa destûrê ji me re dikin û dibêjin destûr wisa û wisa, weke ku bêjî ew destûr tiştekî gelek pîroz e, lê belê ne wisa ye, gotina me ev e ku piştî şerê Mûsilê, piştî vê rewşa ku çê bûye, em dixwazin gotûbêjeke sazîner û rêkûpêk li gel Bexdayê dest pê bikin bo paşerojê, eger wan ew amadeyî hebe, tekez em jî amade dibin ji bo ku ew di rastiyê de garantiya wê bidin ku beşdar dibin di wan danûstandinan de, bi rastî û bi ciddî têne ser xet, ku rastiyek heye ku divê em bizanin, vê care ciddiyeteke zêdetir ji caran heye, Kurd mafê xwe ye ku bê bawer be, çimku gelek (tişt) dîtine, ewqas xelkê soz dane wan, ku em dê ji we re wisa bikin û wisa bikin, lê belê ez di vê baweriyê de me, yak u niha heye, ciyawazî heye li gel carên din, lehce û naveroka nameyan û ew tiştên ku ji aliyê derve ji me re tê, gelek ciyawazî heye, amade ne ku wan tiştan îmza bikin, ez nikarim bêjim welehî hemû armancên me tên cih, lê belê ez di vê baweriyê de me ku em dikarin gelek biçin pêş.

 

Hemû hêviyek li ser wê bû, ku Kurd li ser vê proseyê yekgirtî nabe, lê belê em dibînin ku her yek û curekê ye, lê belê Kurd di vê proseyê de yekgirtî ye, hemû pêngavên ku em dibînin jî bo akîtvkirina parlamentoyê û bo vê proseyê, eger bi hûrî em temaşe bikin ji wan îstgehên ku divê ew hêz biryar biidn, bi spasiya ji bo hemû hêzan, (wan) hest bi berpirsatiya dîrokî û netewî ya xwe kiriye û di çarçoveya berjewendiya milletê xwe de hetaku niha biryar li ser vê proseyê dane.

 

Gotûbêjek li gel Bexdayê, eger ew alîkariya me bikin û amade bin û amadekariyê ji me re bikin, tekez em ji Herêma Kurdistanê ve pêşwaziyê lê dikin, hêj ew ziman yan jî ew nameyên ku tên û diçin renge ew nebe ku sedî sed em dixwazin, lê belê em ti demi nikarin bi kêm jî temaşe bikin û bêjin her hîç nîne, em mijûl in jî.

 

Kurd di 1ê Adara sala 1970ê de garantiyek ji Iraqê wergirt, lê belê tenê kaxezek bû û tiştek jê nehat cîbicîkirin, hûn jî niha daxwaza vê kaxezê tenê ji Iraqê dikin yan jî ji civaka navdewletî, ev kaxeza ku duh Ebadî di daxuyaniya xwe ya herî dawîn de got, em ne di niha de û ne jî di dahatî de rê nadin ku referandum were kirin, gelo ew çawan hêvî heye ku Iraq kaxezekê (bo garantiyê) ji we re îmza bike?

 

Li gel rêza min bo te ji bo vê pirsyarê, lê belê 11ê Adarê yek ji mezintirîn destkevtên gelê Kurdistanê bû, di encama Şoreşa Îlonê de, ku Mela Mistefa Barzanî rêbertiya wê dikir, me bo yekemîn car karî belgenameyekê ji Iraqê werbigirin, ku jê re bihê gotin, rêkevtina 11ê Adarê. Ew rêkevtin bingeke gelek xurt bû ji bo wê federaliya ku piştî 2003 û 2004 Bedayê îtîraf pê kir, eger ewa pêştir nebûya, ew jî tekez nedihat kirin.

 

Renge wê demê jî em razî nebûn li ser wê, pirsgirêk jî çê bû û biryar wiha bû ku li ser Kerkûkê referandumê were kirin, lê belê ew poşman bûn ji wê soza xwe, lê belê pirsyar ev e, erê Bexda hizir li wê dike, ku welatên cîhanê hizir li wê dikin ku îstiqrar li wî welatî hebe, yan jî dixwazin herdem alozî û arîşe hebe? Te behsa 11 Adarê kir, lê belê rêkevtin li gel Şoreşa Îlonê û serkirdatiya siyasî û cenabê rehmetî Mela Mistefa Barzanî hat îmzakirin, Iraqê sala 1974 – 1975 ew rêkevtin binpê kir û şer li gel şoreşa Kurd kir, lê belê nekarî Kurd ji nav bibe, neçar bû çû rêkevtin li gel Şahê Îranê kir daku alîkariya wê bide ku Kurd tûşî wê yekê (jinavçûn) bibe, nîvê Şetûlerebê da Îranê, tenê ji bo ku ew rêkevtin were kirin. Sala 1979ê dixwast Şetûlerebê werbigire, 8 salan şer li gel Îranê kir, deyndar bû û çû Kuweytê, di encamê de jî ew hemû bela… Eger roja yekem bi şêweyekê stratejîk hizir li çareserkirina pirsa Kurd bikiriba, tiştên din hemû çênedibûn, tiştek nedihate serî.

 

Wate gotina min ev e, ku ez hêvîdarim ku ev yek dersek be, hem ji bo me û hem jî bo Bexdayê û hem jî bo civaka navdewletî, pirsa Kurd li Iraqê pirseke ciddî ye, bi soz û sozkariyan û masala û îşala û em bira ne û em musilman in çareser nae, pêwîstî bi gotûbêjeke ciddî heye, gotûbêjek ku bi heqîqet realîstane be, daku ew mesele bigihîje çareseriyekê.

 

Ez bêjim garantiyek di vê babetê de heye, garantî nîne, garantî milletê te bi xwe ye, rijdbûna milletê me ji bo ku bigihîje vê armancê, îca dê her bigihîje vê armancê, îro be yan dahatî, sibê be yan her demeke din, ew tiştek nîne, ew yek zelal e û Kurd digihîje vê armancê.

 

Derbarê daxuyaniyên Heyder de, eger bi dîqet ve em bera xwe bidin daxuyaniyên wî, ew Serokwezîrê Iraqê ye, ew nikare ji wê çarçoveyê derkeve, lê belê eger em axavtinên wî yên ku kirine temaşe bikin, weke Serokwezîrê Iraqê divê wan gotinan bike, ji xwe axavtineke din jî kiriye, dibêje meseleya konfedraliyê, konedraliyê pêwîst bi wê heye ku li parlamentoyê du li ser sê biryarê li ser bide, piştî ku referandum li ser hat kirin, di referandumê de deng li ser bihê dan, rewatiya referandumê ji xelkê Kurdistanê tê wergirtin, ji ti aliyekê (din) wernagire, ew weke Serokwezîrê Iraqê jî divê hinek ji wan tiştan bêje, çimku ji bo xwe pêwîstî pê heye, lê belê li gel wê jî Ebadî gotûbêja li gel me red nekiriye, gotûbêja ji bo dahatiya Herêma Kurdistanê bi temamî li gel Herêma Kurdistanê red nekiriye. Me gotiye, em daxwaza wê dikin ku acendayeke vekirî hebe, ne ku tu bêjî li ser bingeha mercê me ye, em jî bêjin nexêr me ew merc heye, ne wî ti pêşmercek heye û ne jî me heye, em dê têkevtin nava proseyeke gotûbêjên ciddî li gel Iraqê ji bo wan armancên ku me bi xwe hene.

 

Heta niha dibêjin we deriyê gotûbêjê negirtiye û çaverêyî vê jî dikin eger ku ji Bexdayê ve pêşniyareke baş hebe û hûn jî danûstandinê li ser bikin, dewletên din jî nameya xwe tînin, çi dewletek hewl dide rêkevtineke berhemdar di navbera we û Bexdayê de hebe, eger hûn rûnin li gel Bexdayê li ser babetekê gotûbêjê bikin û rêkevtinê li ser bikin, hêlên sereke yên vê gotûbêjê û rêkevtinê dê çi bin?

 

Ew welatên ku alîkariya me dikin, bi taybetî Amerîka ye, Brîtanya ye, Fransa ye, ew jî gelek ciddî bi taybetî Amerîka û Brîtanya li ser hêlê ne, li gel me jî amade ne. Netewên Yekbûyî jî amade ye alîakriya me bike, daku em vê gotûbêjê li gel Bexdayê dest pê bikin, bûguman weke ku min gote we, hêla sereke ya gotûbêjên me zelal in, armanca me serxwebûn e, bûguman jî di gotûbêj û axavtinên me yên li gel Bexdayê de em dixwazin ev armanc were bicihanîn, bêguman jî em naxwazin ku bi şer ev armanc were cih, em dixwazin bi ji hev têgihîştinê û gotûbêjên li gel Bexdayê were çareserkirin. Em naxwazin jî arîşe çê bibe ne bo Herêma Kurdistanê û ne jî bo Iraqê jî, bûguman ev yekemîn acendaya vê civînê û gotûbêjê dibe, ku divê em li gel Bexdayê dest pê bikin, eger em bigihîjin rêkevtinê.

  

Mijara propagandaya referandumê li Başûrê Kurdistanê weke tê dîtin, heta radeyekê li deverê bi şêwazekê germtir û bi costar e, li deverkê şerminane ye, heta rexne arasteyê te yê birêz jî tê kirin, ku kêmtirîn xuyabûna we hebûye di vê heyamê de, îro 20ê mehê ye, weke propagandayên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê xuyabûn mezintirin, lê belê bo referandumê kêmtirin, medyaya partiya desthilatdar heye ku heta niha propaganda û reklama Komîsyonê di kanalên xwe de neweşandiye, pirsyar li vi rev e ku garantî çî ye ew dewleta ku tê çêkirin di paşerojê de, ew du deverî mezintir nebe û bi qebareyeke din nebe?

 

Guman di vê de nîne, ku eger Kurd bi tevahî yek dest ba û hevnêrîn ba, gelek bûyer di dîroka Kurd de çênedibûn, ev tiştek nîne ku em bikarin înkar bikin, gelek gelek mixabin heta niha me hemûyan nekariye pênaseyeke hevbeş û dirist ji xwe re bibînin li Herêma Kurdistanê, lê belê eger tu bera xwe bidî dîroka Kurd jî û ewa ku niha me heye û raberî ya berê bikî, em di vî warî de gelek pêşkevtine, caran me tirsa wê hemû caran hebû ku dihat gotin, arîşeyek çê dibe û Kurd xwe şerê hevdu dikin, me şerê hev nekir di vê proseyê de û ti pirsgirêkek jî çê nebû, eger bera xwe bidî wan aliyan, ewên ku li vir kêmtir propagandaya referandumê dikin, eger bera xwe bidî qonaxên biryardana wan aliyan, tu dê bibînî ku ew di wan qonaxên biryardanê de, eger bi zehmetî be jî, lê belê divê rewşa navxwe ya wan aliyan jî bihê kirin, em dibênin ku di qonaxeke biryardanê de li gel vê proseyê hatin. Eniyek hat avakirin bi navê Eniya Nexêr, endamên wan partiyan, weke mînak YNK, eger yek ji wan cube nava vê eniyê, amade bûn ku ji partiya xwe bikin derê û (endamîtiyê) rawestînin, çimku siyaseta wan partiyan eve ku divê referandumê serbikeve, eger bera xwe bidî daxuyaniyên berpisên wan aliyan, dê bibînî ku hemû bi yekdengî behsa wê dikin ku divê ew prose serkeve, eger behsa wê dikî ku di nava komîsyonê de hemû aliyan, ewên ku bi taybetî baweriyan bi referandumê heye, hemû wan (aliyan) pêkve kar kirin, eger yek ji wan aliyan pirsgirêk çêkiriba, bêguman pirsgirêkek mezin dibû bo vê referandumê, niha jî yak u heye û em dibênin, em dibînin rast e li hinek cihan germî heye, lê belê di mijara referandumê de hemû alî li ser hevnêrîn in, biryara yek aliyê nebûye, biryara cenabê Serok Barzanî yan PDKê yan Yekgirtûyê nebûye, hemû aliyan gotina xwe kirine, hemû alî jî li ser wê li hevhatine ku di vê rojê de referandum were kirin, bêguman jî berpirsatî bi her şêweyekê be, divê hemû ew alî bigirin ser milê xwe. Dewlet jî ku hat avakirin, gelek caran behsa wê tê kirin, ku dema wê nîne, pirsyar ev e ku êdî kengê dema wê ye, bila em vê pirsyarê bikin. Referandum niha dema wê nîne, base ji me re bêjin, kengê dema wê ye. Ew welatên ku niha em mijûl in bi wan re qise dikin, ji wan re dibêjim, dema welatek daxwaz dike bibe endam li yekîtiya Ewropayê, pîwanê jê re datînin, piştî cîbicîkirina wan pîwanan ew welat dibe endam. Tenê ji me re bêjin ku ew pîwan çî ne, eger niha dema wê nîne, kengê dema wê ye, bersiva vê pirsyara me bidin. Li ser mijara derketin û derneketina di medyayê de, tekez me hemûyan yek nêrîn heye, bi taybetî di nava partiya me de tiştê wisa nîne, ku biryarek tê dan biryarek e ku em hemû alî pabendî vê biryarê ne, lê belê divê em danûstandinê bikin û em qise bikin, li gel aliyan rûnin û li gel welatan danûstandinê bikin, renge mijar ev ve ku em mijûlî wan danûstandinan in li gel wan welatan, eger na me hemûyan  bawerî bi vê mijarê heye û ewa ku ez dibînim ji aliyan jî dê her bi vî awayî be. Dewlet jî di 26ê mehê de nayê diristkirin, eger referandum hat kirin piştî vê armanca Herêma Kurdistanê û serkirdatiya Herêma Kurdistanê ev e, ku bikeve gotûbêjê û danûstandineke ciddî li gel Bexdayê, daku înşalah em di wan danûstandinan de bigihîjin vê armancê.

 

Agahî tên nûkirin….

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.406 seconds