Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

CHPa Amedê: Em nerazî ne ku li ser referandumê partiya me bi zimanê şer diaxive

Ji aliyê Mehdî Mutlu 21-9-2017
Amed

Amed (Rûdaw) - Roja referanduma Başûrê Kurdistanê her ku nêz dibe, di navbera partiyên siyasî yên Tirkiyeyê de jî nakokî û neahengî zêdetir der didin.

 

Herî dawî Cigirê Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozturk Yilmaz bi tevî gefxwarinê  bi daxuyaniyeke tund nerazîbûna xwe nîşanî referanduma Başûrê Kurdistanê da û got: “Divê Tirkiye rê nede avakirina Kurdistaneke serbixwe.”

 

Rêxistina CHPê ya Amedê di vê babetê de weke cîgirê serokê xwe nafikirin û ew bi vê helwesta Ozturk Yilmaz nerazî ne.

 

Serokê Şaxa Amedê ya CHPê Mehmet Sayin ji Rûdawê re diyar: “Em gelek nîgeran û nerazî ne ku partiya me bi zimanê MHPê ango bi zimanê şerî diaxive. Em hêvî dikin ku parlementerê partiya me Ozturk Yilmaz fikrên xwe yên şexsî gotine, ne yên partiyê. Ji ber ku ew gotin ne gotinên pîvanên mirovî ne.”

 

Serokê Rêxistinên CHPê yê bajarê Amedê Şerif Dogru jî dibêje: “Em weke siyasetmedarên Kurd ên ku di nav CHPê de xebatê dikin, palpişt in ji bo referandûma Başûrê Kurdistanê û em bawer in ku Serokê partiya me Kemal Kiliçdaroglu jî di vî warî de weke me difikire.”

 

Şerif Dogru herwiha aşkere kir: “Serok Barzanî dê di referandûmê de ji xelkê xwe bipirse, 'hûn azadî dixwazin an na?' ji vê rê û rêbazê rewatir, helaltir çi heye? Ev wek mafekî demokrat û mirovî ye, em jî weke Kurd piştgiriya vê yekê dikin.”

 

Partiya Gel a Komarî (CHP) piştî hilbijartinên 1ê mijdara sala 2015an xebat û hewldanên xwe li bajarên Bakur zêdetir kiribûn, ev yek ji aliyê xelkê Amedê jî bi erênî dihate pêşwazîkirin, lê xelkê Amedê piştî helwesta CHPê ji bo referanduma Başûrê Kurdistanê dibêjin ku 'CHPê hate ser xeta xwe ya berê'.

 

Hevwelatiyê bi navê Edîp Onal diyar kir: “Emê çi hêvî ji vê partiyê bikin.”

 

Hevwelatiyekî din ê bi navê Ali Duman got: “CHP partiyeke nîjadperest û faşîst e.”

 

Remezan Erk jî aşkere kir: “Parlementerê wan rabûye gefan dixwe, ev pir tiştekî kirêt e.”

 

Di hilbijartina dawîn a 1ê Mijdara 2015an de CHPê li bajarê Amedê 12335 deng, ango ji sedî 1.6 deng stendibû.

Şîrove

 
Cemal Aslan | 21-9-2017
Pdk, ynk, psk, PKK komela.... bivin jek! Tivak u disa Tivaki! Near nabe dost!

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan 12 demjimêr berê |

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî Zêdetir
Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
0.593 seconds