Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Erdogan: Em dê Minbicê bistînin û bidin xwediyên wê

Ji aliyê RÛDAW 21-1-2019
Erdogan li Şuraya Aboriyê derbarê mijara çêkirina devereke aram û Minbicê de axivî
Erdogan li Şuraya Aboriyê derbarê mijara çêkirina devereke aram û Minbicê de axivî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku wî mijara “çêkirina devereke aram” li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ligel Serokê Amerîkay Donald Trump nirxandiye û dê li ser vê mijarê hevdîtinê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn bike. Erdogan herwiha got ku ew dê herêma Minbicê ya li bakurê Sûriyê bistînin û radestî “xwediyên” wê bike.

 

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li Salona Konferansa Kuleyên Cêwî yên Yekîneya Borsa û Jûrên Tirkiyê (TOBB) beşdarî Şuraya Aboriyê bû û li vir derbarê mijara çêkirina devereke aram û Minbicê de axivî.


Recep Tayyip Erdogan gef li hemberî hêzên li Rojavayş Kurdistanê xwar û got: “Yên ku li dijî welatê me êrîşeke pir piçûk jî bikin, dê bi awayekî gelekî giran berdêla wê bidin. DAIŞ di serî de YPG, PYD hemû dê berdêla wê bidin. Ji ber wê yekê bila kes me aciz neke. Hin kes bi rêya siyasetê, hin kes li qadê bi çekê, hin kes jî li ser maseyê bi dîplomasiyê dixwazin Tirkiyê di wê çarçoveya teng a di hişê xwe de tevbigerin. Rewş ew e ku êdî ew roj çûn. Bi gotineke din 'cin ji şûşeyê derket'."


“Em bi hemû hêza xwe li ser sînor in”


Derbarê peywendiya xwe ya telefonî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump de Erdogan bîr xist ku wan mijara “çêkirina devereke aram” li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirxandiye û got: “Ez dê vê mijarê ligel Birêz Putîn jî gotûbêj bikim. Ti hesabê me li ser perçekirina axa Sûriyê nîne û Sûriye ya Sûriyan e.”


Erdogan got ew dixwazin hevdîtinên wan ên bi Amerîka, Rûsya û aliyên din re baş bibin û wiha pê de çû: "Em ji dil û can dixwazin ku hevdîtinên me yên bi Amerîka, Rûsya û aliyên din re bi hevtêgihîştinê bi dawî bibin, lêbelê ev nayê wê wateyê em dê heta hetayê bisekinin û emd ê li benda encamên wan amadekariyan bisekinin ku hemû li ber çavê me tên kirin. Wa ye em li ser sînor in, em bi hemû hêza xwe li wan deran in. Em ji nêzîk va geşedanan dişopînin. Heger sozên ku dane me bên girtin û pêvajo jî bidome, jixwe pirsgirêk tune. Heger na, jixwe me amadekariyên xwe bi piranî temam kirine, em dê dest pê bikin û di çarçoveya stratejiya xwe da gavên xwe bavêjin."


“Tişta li bakurê Iraqê bûye em qebûl nakin”


Derbarê çêkirina devereke aram a li devera  rojhilatê Feratê de jî wiha got: "Em nikarin destûrê ji herêma biewlehî ya ku li hemberî welatê me dê bibe avzêleke nû re bidin. Armanca pêşniyara me ya herêma biewlehî ew e ku rêxistinên terorê di bin kontrola Tirkiyeyê de bin, ji sînorên me dûr bikevin.

 

Berî saleke tê bîra we digotin neçin Efrînê. Tu nebêje wan dixwestin ku me bo heyamake din ji Erînê dûr bixin. Em dê Minbicê bistînin û bidin xwediyê wan. Em behsa herêma biewle ya li dijî teroristan dikin. Em tişta li Bakurê Iraqê bûye qebûl nakin. Em bixwe dê sînor biewle bikin. Ez dê herêmên ji terorsitan bêne paqijkirin Putîn biaxivim.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.454 seconds