Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Koçberên Efrînê: Artêşa Tirkiyê û çekdar malên me talan dikin

Ji aliyê RÛDAW 21-1-2019
Beşek ji koçberên Efrînê ji salekê ve li Qamişlo ne

Hewlêr (Rûdaw) - Beşek ji wan welatiyên Efrînê ku berî salekê, ji ber êrîşa Tirkiyê, naçar bûn ji bajarê xwe derkevin niha li bajarê Qamişlo dimînin, ew dibêjin Artêşa Tirkiyê û aliyên çekdar ên opozisyona Sûriyê malên wan talan dikin û zeyta zeytûnan a Efrînê didizn û dişînin derve.

 

Bi hezaran ji xelkê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, piştevaniya xwe ji xelkê Efrînê re nîşan didin û dibêjin; ew bi her awayekî, bi wê yekê re ne, ku Efrîn  ji xwediyên xwe re vegere.


Li Qamişloya Cezîra Rojavayê Kurdistanê di salvegera êrîşa Tirkiyê de bo ser bajarê Efrînê xwepêşandanek hat kirin. Xelkê Qamişlo di xwepêşandanê de êrîşa ser Efrînê û herwiha kiryarên grûpên çekdar ên opozisyonê ku li dijî xellkên sivîl tên kirin şermezar kirin.


Xwepêşanderan ji aliyên navdewletî xwestin ku li mafên mirovan xwedî derkevin.


Çalakvan Besam Mûsa wiha got: “Em dixwazin ji hemû cîhanê re tekez bikin, ku em Efrînê ji dagîrkeran re nahêlin. Ew grûpên çete yên ku her tişt li Efrînê binpê kirine, em dê li meydanan bimînin heta ku hemû axa xwe rizgar bikin."


Xwepêşanderên Qamişlo şaxên zeytûnan bilind kirin, herwiha li ser lafîteyan nîvisandin ku Tirkiye û grûpên çekdar zeytûn û zeyta zeytûnên Efrînê didizin û difroşin Ewropayê.


Welatiyan kuştina sivîlan li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve protesto kirin, û pêdagiriya xwe li ser çalakiyên berxwedanê ji bo Efrînê anîn ziman.


20 Çileya 2018ê artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê êrişek li Herêma Efrînê pêk anîn, di 18ê Adara heman salê de Efrîn bi tevahî kontrol kirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.344 seconds