Qamişlo (Rûdaw) - Nêzîkî 100 xwendevanên Kurd ên ku ji Efrînê koçber bûne, li ber ofîsa Neteweyên Yekgirtî li Qamişlo kom bûn û daxwaz kirin ku civaka navdewletî alîkariya wan bike daku bikaribin vegerin nav Efrînê.
Xwendevanên Efrînê li ber avahiya Neteweyên Yekgirtî li bajarê Qamişlo kom bûn û dengê xwe bilind kirin.
Nêzîkî 100 Xwendevanên Kurd ku berî salekê ji Efrînê koçber bibûn û niha li zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo dixîwin, daxwaznameya xwe dane nûneratiya saziya navdewletî.
Nalîn Misto keçeke ji Cindirêsa Efrînê koçber bû ye, niha li zanîngeha Rojava li Qamişlo dixwîne, ji Rûdawê re got ku ew dixwazin saziyên navdewletî li mafê mirovan li Efrînê xwedî derkevin.
Xwendevanên Efrînê daxwaz dikin ku Netewyên Yekgirtî alîkariya xelkê Efrînê bike, daku bikaribin bi awayekî parastî vegerin nav Efrînê.
Xwendevanê ji Efrînê Iskender Şêx Elî jî dibêje ew ne li dijî tu kesî ne, ew bi tenê mafê xwe yê rewa dixwazin.
Heya niha saziya navdewletî bi awayekî fermî bersiva vê daxwaza xwendevanên Efrînê nedaye, lê çend caran di civîn û rûniştinên Encûmena Asayiûa Navdewletî de behsa Efrînê hatiye kirin.