Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Rewşa Awarte rabû lê hêj saziyên kursa ziman didin nehatine vekirin

Ji aliyê MAŞALLAH DEKAK 21-1-2019
Piştî Rewşa Awarte li Bakurê Kurdistanê bi sedan komele û saziyên ku kursên zimanê kurdî didan hatin girtin

Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê beriya Rewşa Awarte di bi sedan sazî, dezgeh û komeleyan de dersên zimanê kurdî dihatin dayîn. Lê piştî Rewşa Awarte sazî û dezgehên kurdî hemû hatin girtin. Rewşa Awarte rabû lê hêj li Bakurê Kurdistanê saziyên ku kursa ziman didin nehatine vekirin.

 

Li gorî rêveberên saziyên rewşenbîriyê xelk ji tirsa girtin û jikaravêtinê xwe nadin ber kar û xebatên zimanê kurdî. Rewşa Awarte rabibe jî tirs û xofa rewşa awarte li ser xelkê berdewam e.

 

Piştî hewla kotedayê û rewşa awarte li Bakurê Kurdistanê bi sedan komele û saziyên ku kursên zimanê kurdî didan hatin girtin û kursên kurdî neman.


Rewşa Awarte bi awayeke qanûnî rabû lê lê hêj li Amedê û bajarên din ên Bakur saziyên ku kursên ziman didin nehatine vekirin. Ji ber ku kesên bi karê ziman re eleqedar dibin zêdetir mamoste û karmendên dewletê ne, ditirsin bi dayîna dersên kurdî ji karên xwe bêne dûrxistin. Ev jî wisa dike ku kes xwe nede bin barê geşkirina zimanê kurdî.


Derbarê vê mijarê de Sekreterê Giştî yê PENa Kurd Omer Fîdan ji Rûdawê re wiha got: “Bi awayekî fermî dibêjin rabû lê Rewşa Awarte bû rewşa asayî. Endambûna saziyeke ziman û perwerdehiya kurdî sedem e ku ji kar bên avêtin, hincet e ku bi terorê bên sûcdarkirin. Ji ber vê yekê ev tişt, pirsgirêkeke mezin e.”


Tenê di bin banê Kurdî-Derê de li bajarên Bakur û Tirkiyeyê 40 şaxên ku kursên ziman didan hebûn. Heta niha bi dehan hezar kes di van kursan de dîplomaya xwe wergirtine. Lê yek ji van saziyan jî heta niha nehatiye vekirin.


Yek ji saziyên ku di dema rewşa asayî de kursa ziman dida jî Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bû. Lê li gorî rêveberên weqfê xelk ji tirsa girtin û cezakirinê ji xebatên kurdî dûr dikevin.


Rêveberê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Seîd Veroj jî got: “Kursên zimanê kurdî hatin rawestandin. Xebatên li ser ziman, dîrok û kultura kurdî, ne xebatên siyasî ne jî. Lê xelk çawa difikire? Dibêjin di van xebatan de wêneyekî me derkeve, xuya be, ev dikare bibe sedem ku em ji karê xwe bibin û zirar jê bibînin. Ev cure fikirandina xelkê encama tirsê ye.”


Digel qedexekirin û girtina bi sedan saziyên sivîl ên ku ligel karên xwe yên çandî û rewşenbîrî kursa ziman jî didan di sala 2018'an de 250 pirtûkên kurdî hatin çapkirin. Ev jî nîşan dide ku  zimanê kurdî ji tirs û xofê ji kolanan vedikişe nava malan.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.5 seconds