Galeriya wêneyan

21-03-2017
25 Photos
RÛDAW

AFP (Rûdaw) – Li bajarê Amedê bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Qada Newrozê bûn.

 

Îsal Newroz li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li 21 navendên navçe û bajaran birêve diçe.

 

Amed piştî sala 2002yan cara yekem e ku di bin siya Rewşa Awarte de, dê pîrozbahiyên Newrozê li dar bixe.

 

Biryar bû li 33 navendan cejna Newrozê were pîrozkirin, lê rayedarên Tirkiyê tenê ji bo roja 21ê Adarê destûra pîrozbahiyê dan.

 

Di sala 2016an de li Amedê Newroz di bin qedexeyên derketina derve û operasyonan de hatibû pîrozkirin.