Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Efrînê li dijî madeyên hişber operasyon hate lidarxistin

Ji aliyê RÛDAW 21-4-2017
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa Kantona Efrînê li dijî madeyên hişber operasyonek li dar xist û di encama vê operasyonê de 54 hezar hebên hişber û 285 kîlo heroyîn hatin girtin.

 

Asayîşa Kantona Efrînê li jêr navê “Li dijî hişberan NA” ji meha Sibatê heta 20ê Nîsanê operasyonek pêk anî  û di encama operasyonê de asayîşa Efrînê dest danî ser gelek madeyên hişber ên weke heroyîn û heşîşê.

 

Berdevkê Asayîşa Efrînê Xelîl Xoce diyar kir: “Kampanyaya me ji 1ê Sibatê ve dest pê kir û îro bi dawî hat, me 54 hezar heb û 285 kîlogram heroyîn û 14 kîlogram heşîşa hêşîn û 300 kîlogram ji heşîşa hevîr û herwiha gelek cûreyên din ên madeyên hişber desteser kirin. Asayîşa Kantona Efrînê ew tebabên ku dest danîne ser, komkirine û wan dişewitînin û ji nav dibin.”

 

Xelîl Xoce herwiha destnîşan kir, ku armanca wan bi vê operasyona “Li dijî hişberan NA” ji bo bazirganên hişberan peyamek e. Herwiha ev operasyon ji wan bazirganan re nav û deng çê dikin ku ew li dijî madeyên hişber in.

 

Berdevkê Asayîşa Efrînê Xelîl Xoce amaje bi wê yekê kir: “Em weke şaxa li dijî hişberan, li Kantona Efrînê ti carê nahêlin ku hişber li vir bimînin.”

 

Asayîşa Kantona Efrînê di sala 2016an de ragihandibû, ku wan 10 hezar hebên hişber û rêjeyeke mezin ji heroyîn û heşîşê desteser kiribûn, di heman demê de bazirganek jî girtibûn ku pê re 5 kîlo heşîş hebû.

1726 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.5 seconds