Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

VÎDEO - Festîvala bafirokan li Mêrdînê birêve diçe

Ji aliyê SERKAN İNCE 21-4-2017
Rûdaw

Mêrdîn (Rûdaw) - 5emîn Mîhrîcana Navnetewî ya Bafirokan a Mêrdînê di 21ê Nîsanê de li navenda Mêrdînê dest pê kir dê heta 24ê Nîsanê berdewam bike. Di mîhrîcanê ji welatên derekî jî çalakger beşdar in. Armanca vê mîhrîcanê ji bo geşkirina sektora geştiyariyê û danasîna bajarê Mêrdînê ye.

 

Ev der ne karnaveleke Çînê ye, ne jî Karnavala Riyo ya Birezîlyayê ye. Ev der bajarê Mêrdînê ye. Derdora 5 hezar zarok û dayik û bavên wan li Meydana Cumhuriyetê ya bajarê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, 5emîn Mîhrîcana Navnetewî ya Bafirokan a Mêrdînê pîroz kirin.

 

Mîhrîcan ji aliyê Ajansa Geşedanê ya Dîcleyê, Şaredarî û Parêzgariya Mêrdînê, komeleyên civaka sivîl û ciwanekî Mêrdînê yê bi navê Zahîd Mûngan ve tê sazkirin.

 

Rêvebirên wê festîvalê dibêjin, armanca sereke ya mîhrîcanê danasîna bajêr e.

 

Sazûmankarê Mîhrîcana Bafirokan, Zahîd Mûngan di daxuyaniyeke li gel Rûdawê re da xuyakirin: “Ez bi awayekî pisporane ji 6 saliya xwe ve bi bafirokan re mijûl dibim. Ez di vê çarçoveyê çûm gellek welatên biyanî. Ev mîhrîcana me her çend cara pêncan e were lidarxistin jî lê cara yekem e di asta navnetewî de ye, ku ji 10 welatên derekî beşdar hene. Armanca me ew e ku Mêrdînê bidin nasîn û geştiyariyê geş bikin.”

 

Wekî her mîhrîcanekê, di vê mîhrîcanê de jî muzîk li pêş e. Beşdarên mîhrîcanê geh bafirokan li esman li ba dikin, geh jî li ber rubaba Koma Kirîm a ji Nisêbînê di govendê de milan dihejîne.

 

Mujîkjen Sînan Bakir ku di vê mîhrîcanê de beşdar bûye, ji Rûdawê re axivî û got: “Em ji Nisêbînê hatine. Em hatine festîvalê. Em hatine ji wan re lê xin. Em ê bi Kurmancî bibêjin. Kemançe, wate rubab amêra muzîkê ya Mêrdînê ye. Navê koma me jî, Koma Kirîm e.”

 

Di mîhrîcanê de zarok û mezin bi keyf û coşeke mezin bafirokên xwe yên rengîn li ba dikin. Di mîhrîcana ku bi hezaran kes beşdar bûne de, her kes xweşhal in.

 

Mîhrîcana ku di 21ê Nîsanê de li Mêrdînê bi beşdariya deh çalakgerên welatên derekî dest pê kir, dê heta 24ê Nîsanê li qezaya Mîdyad, hewşa Zanîngeha Artûklû û qezaya Sitewrê berdewam bike.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.438 seconds