Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Pirsûsê hewla êrişa bi otomobîla bombekirî

Ji aliyê RÛDAW 21-4-2017
Pirsûd, Bakurê Kurdistanê
Pirsûd, Bakurê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Pirsûsê (Suruç) ya Ruhayê kesek bi gumana ku hewla êrişekê li dijî Rêveberiya Asayişa Navçeyê daye, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hat kuştin.

 

Li gorî ajansa DHA ya Tirkiyê, îro înê 21ê Nîsanê li navçeya Pirsûs a girêdayî parêzgeha Ruha ya Bakurê Kurdistanê hewla êrişekê bo ser Rêveberiya Asayişa Navçeyê hatiye betalkirin.

 

DHA ragihandiye, ku îro kesekî hewl daye bi rêya otomobîleke bombekirî êrişekê li dijî avahiya Rêveberiya Asayişa Pirsûsê ku dikeve Taxa Sarayaltî, pêk bîne.

 

Li gorî zanyariyan, dema ku otomobîl li nêzîkî avahiyê re derbas bûye, polîsên li ber deriyê avahiya Rêveberiya Asayişa Pirsûsê hest bi egera êrişê kirine û teqe li ajovanê otomobîlê kirine.

 

Di encama teqeya polîsan de, ajovanê otomobîlê hatiye kuştin.

 

Ajansa DHA daye xuyakirin, ku piştre ji aliyê tîmên taybet ve teqemeniya di nava otomobîlê de hatiye pûçkirin.

 

Ji ber wê bûyerê, hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê li derdora avahiya Rêveberiya Asayişa Pirsûsê rêkarên ewlehiyê tundtir kirin.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.657 seconds