Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Silêmaniyê agir bi Kampa Zanîngehê ket

Ji aliyê RÛDAW 21-4-2017
Avahiyeke cihê mana xwandekaran li Silêmaniyê agir pê ket.
Avahiyeke cihê mana xwandekaran li Silêmaniyê agir pê ket.

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê agir bi avahiya cihê mana xwandekarên zanîngehê ket û zanyariyên destpêkê didin xuyakirin, ku di bûyerê de hejmarek xwandekar û karmendên agirvemirandinê birîndar bûne.

 

 

 

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê Rêkan Cemal di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Tîmên me mijûlî kontrolkirina agir in û ji bo wê yekê hewl didin.”

 

 

 

Rêkan Cemal herwiha got, piştî kontrolkirin û vemirandina agir, ew dê lêkolînê derbarê sedema derketina agir de dest pê bikin.


 

 

 

Derbarê zirarên ji ber agir de jî, Rêkan Cemal diyar kir: “Çend kes ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin, lê belê em agahdarî rewşa tendirustiya wan nînin.”

 

 

 

Li ser bûyerê, xwandekarî Beşa Navxwexweyî ya Kampa Zanîngeha Silêmaniyê jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Ji bilî birîndarbûna çend xwandekaran, zirareke zêde ya madî jî gihîşt avahiyê û xwandekaran.”

 

 

 

Peyamnêrê Rûdawê Saman Beşaretî li cihê bûyerê ragihand: Nêzîkî 10 xwandekaran ji ber bêhntengiyê û şewateke kêm ji bo nexweşxaneyê hatine birêkirin, lê belê ti zirarên canî ji ber bûyerê çê nebûye.

 

 

 

 

Beşa Navxweyî ya li Kmapa Zanîngeha Silêmaniyê ji 8 bînayên 8 qatî pêk tê. Di bûyera îşev de agir bi bînayekê ketiye, ku derdora 250 xwandekar têde niştecih in.

 

 

 

 

Ji ber ku îro înê bûye û piraniya xwandekaran vegeriyabûn malên xwe, hejmara xwandekarên li vê bînayê di dema agirpêketinê de tenê 100 kes bûye.

 

 

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1006 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Tiréj é Rojé | 2017-04-25 7:34:53 PM
Ci ecéb. Ji aliyé tirko ve téne bombebaran kirin u li tirkiyé téne derman kirin?!??.. Gelo, li Kurdistané nexwe$xaneyén bi teknolojiya mondern túne...
Pêşmergeyên birîndar dê li Tirkiyê werin dermankirin
| 4 demjimêr berê | (1)
Tíréj é Rojé | 2017-04-25 7:23:57 PM
Gelo,ku tirkiye érí$é xwe dubare bike ewé Ebadi ci bike? Ewé Ebadi li hember tirkiyeyé $er u ceng ilan bike? Ebadi u Iran raziye ku PKK li $engaré...
FLAŞ - Ebadî hişyarî da Tirkiyê
| 5 demjimêr berê | (1)
Sofi | 2017-04-25 2:01:03 PM
Ez bombebarana ku Tirkiyê li ser Şingalê kiriye û wan kesên ku bu sersebebê bombebarên şermezar û rureş dikim. Û rahma Xwedê li şehîdan be û ser...
Wezareta Pêşmerge: Bombebarana Tirkiyê nayê qebûlkirin!
| 13 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2017-04-24 7:25:01 PM
PKKa Rojava,fermanê xwe ji Qendîlê,werdigre.Û Qendîl,fermanê xwe,ji Îranê û ji Rijîma Suryê,werdigre ne ji Suleymanîyê.Ema Piştgirtinên YNK û...
aloha | 2017-04-24 9:28:49 PM
MAşella işê rexnaaa
YNKê bi tundî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê rexne kir
| Duh vî demî 07:13 | (4)
0.188 seconds