Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî daxwaza Fransa bo paşxistina referandumê red kir

Ji aliyê RÛDAW 21-9-2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza Serokê Fransa Emanuel Macron bo paşxistina referandumê red kir û ragihand, referandum dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Serokê Fransa Emanuel Macron îro pêncşemî 21ê Îlona 2017ê telefona Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û her du aliyan li ser mijara referanduma serxwebûnê gotûbêj kirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, di vê pêwendiya telefonî de Serokomarê Fransa pesna Kurdistanê da û rola Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û hewandina aware û lêqewimiyan bilind nirxand.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, Emanuel Macron di vê pêwendiyê de, “herwiha piştevaniya welatê xwe bo yekparçeyiya Iraqê û mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de anî ziman û daxwaza paşxistina referandumê kir.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye: “Di beramber de Serok Barzanî spasiya Serok û hikûmet û gelê Fransayê kir ji bo piştgiriya berdewam a wan bo Kurdistanê û ragihand jî, ku referandum dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.”

 

Barzanî herwiha ji Macron re gotiye: “Deriyê gotûbêjê nehatine daxistin û piştî referandumê, Kurdistan dê li gel Bexdayê gotûbêjê bike.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 14 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 16 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 19 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.5 seconds