KERKÛK-Ereb hewla dagîrkirina erdên 3 gundên kurdan didin

21-10-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kerkûk Daqûq Ereb Kurd Gund Dagîrkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nîştecihên sê gundên sînorê qezaya Daqûqê giliya wê yekê dikin, ku beşek ji erebên hawirdekirî yên sînorê wê qezaya Kerkûkê gefa dagîrkirina erd û milkîn wan dikin. Akniciyên wan gundên Daqûqê daxwaz ji berpirsên Kurd dikin ku bi hawara wan biçin.

 

Yek ji nîştecihên gundê Yengîceya Talebanî ya ser bi qezaya Daqûqê, yê bi navê Erşed Sebah di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Erebîn hawirdekirî yên sînorê Daqûqê, hewla dagîrkirina erdên gundên Yengîceya Talebanî, Ebdullah Xanim û Enane didin, bow ê yekê jî bi rêya polîsê federalî û dadgehê gefê li akinciyên wan gundan dixwin, ku erdên xwe biterikînin.”

 

Wî nîştecihê gundê Yengîceya Talebanî herwiha got: “Hemû ewên ku niha daxwaza erdên me dikin, li gorî madeya 140 hatine qerebûkirin, lewma em daxwaz ji berpirsên Kurd dikin, ku bi hawara me bên û nehêlin ku careke din erdên me bêne dagîrkirin û em aware bibin.”

 

Her têkildarî wê mijarê, Serokê Ofîsa Kerkûkê ya Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê, Kakereş Sidîq ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Wan ji bilî derbirîna nerazîbûna xwe xwedî ti desthilatek din nîne û li benda şanda danûstandinkar a Kurdistanê ne, ku li Bexdayê bo cîbicîkirina madeya 140 fişarekê çêbikin. Niha tenê ev yek çareserî ye.”

 

Qezaya Daqûqê ser bi parêzgeha Kerkûkê ye, ku niha di bin kontrola hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê de ye û nêzîkî 40 kîlometran ji navenda parêzgehê dûr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst