Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Ji aliyê RÛDAW 21-10-2018
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi helkevta ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û têde ragihand: “Kurdistaniyan deng da avakirina kurdistaneke bihêz.”

 

Îro Yekşembî 21ê Cotmeha 2018an, Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand: “Encamên hilbijartinan derxist holê ku piraniya xelkê Kurdistanê piştgirî li hikûmetke bihêz û seqamgîr bi serkirdatî û pêşengiya Partiya Demokrata Kurdistanê dikin. Encam weke dengdanê ji bo pêşkevtina seqamgîriyê dibînim. Bi dîtina PDKê, encam amaje ye ji bo niştîmanperwerî, xweragirî û hêviya bo pêşerojeke geş.”

 

Di beşeke din a peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî daxwazekê ji hêz û aliyên siyasî yn Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikim, ku bi rihekî aram û avaker ji bo parastina yekrêzî û tifaqê berdewam bin, dema ku em gotûbêjê li ser pêkanîna hikûmeta dahatî dikin.”

 

Nêçîrvan Barzanî amaje bi hin hewlên parçekirina Herêma Kurdistanê û dibêje: “Em ji çend aliyan ve rastî milmilaniyan hatin, me xebat kir û em tûşî şaşiyan jî bûn, lê belê me yekgirtûyiya Herêma Kurdistanê parast, di demekê de ku xelkek hebûn ku hewl didan parçe parçe bikin. Me hevbeşiya xwe ya navdewletî bihêz kir, em di krîzeke aborî ya herî zehmet re derbas bûn, hêj jî em her di pêşkevtinê de ne. Kurdistaniyan roja 30ê Îlonê deng dane berdewambûna li ser vê pêşkevtinê.”

 

Cîgirê Serokê PDKê di berdewamiya peyama xwe de spasiya xelkê Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Ez spasiya xelkê Kurdistanê dikim, ku zêdebarî pênc salên derbasbûyî yên gelek dijwar, hêj baweriya wan bi hikûmeta wan maye.”

 

Nêçîrvan Barzanî hilbijartinên roja 30ê Îlonê yên parlamentoya Kurdistanê weke “pêngaveke mezin bo pêşkevtina Herêma Kurdistanê” bi nav dike û dibêje: “Welatiyên serbilind û xoştevî, spasiya we dikim bo beşdarbûna we di proseyeke demokratîk û aştiyane de, di roja 30ê Îlonê de û bikaranîna mafê xwe yê dengdanê. Ev pêncemîn hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê ye, em herêmeke nû ne, hêj di qonaxa avakirina demokrasiyê de ne, ev hilbijartin jî pêngaveke mezin bû ber bi pêş ve.”

 

Nêçîrvan Barzanî amaje bi başbûna şerûmercên jiyanê li Herêma Kurdistanê dike û dide xuyakirin: “Şertûmercên jiyana me ber bi baştirbûnê ve diçe li Kurdistanê, lê belê hêj jî bi vî awayî nîne ku em dixwazin, yan hêjayî we be. Erkê me di çar salên bihê de baştirkirina rewşê dibe bi şêweyekê berdewam.”

 

Di beşeke din a peyamê de, Cîgirê Serokê PDKê dibêje, ku gelê Kurdistanê para herî zêde ya dengê xwe yê demokratîk da PDKê û destnîşan kir, ji ber ku dîsan bo gelê Kurdistanê îsbat bû, ku “PDK di rojên dijwar de û di bin fişarên derve û navxweyî de, hertim li aliyê gel e, niştimanparêz e û berjewendiyên bilind ên Kurdistanê di ser her tiştî re dibîne.”

 

Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje: “Encam xwasteke bihêz nîşan didin, bo pêkanîna hikûmeta bihê û berdewambûna me li ser karê xwe. Gelê Kurdistanê bi aşkere, bi dengê bilind, bênîgeranî, para herî mezin a dengê xwe yê demokratîk û piştgiriya xwe da PDKê, ji ber ku dîsan ji wan re îsbat bû, ku ew partî di rojên dijwar de û di  bin fişarên navxweyî û derve de, hertim li aliyê gel e, niştimanparêz e, pozbilind nîne, berjwendiya bilind a Kurdistanê hertim stêrka rênîşander a xebata wê bûye û dibe.”

 

Nêçîrvan Barzanî ji ber “hilbijatina nêrîneke erênî û niştimaperwar û dayîna şanseke nû bo baştirkirina karên hikûmetê”, spasiya hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê, bi Kurd, Tirkmen, Aşûrî, Kilda, Suryan, Ermen, Ereb, Kakeyî, Feylî, Şebek, Misilman, Êzidî, Mesîhî û Sabîe ve dike û dibêje, “bo çar salên bihê pêwîstiya me bi hikûmeteke seqamgîr heye.”

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.234 seconds