Hewlêr (Rûdaw) – Îro şandên danûstandkar ên Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Goranê ji bo gotûbêjkirina derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dicivin.
Civîna PDKê û Goranê piştî wê yekê tê, ku di civîna bihorî ya navbera herdu aliyan de, lijneyên hevbeş bo dabeşkirina postan û danîna bernameya kabîneya nû ya hikûmetê hatibûn pêkanîn.
Endamê şanda danûstandkar a Goranê, Elî Heme Salih di vê bareyê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, bi armanca gotûbêjkirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda danûstandkar a Tevgera Goranê li bajarê Hewlêrê li gel şanda Partiya Demokrata Kurdistanê dicive.
Wî endamê şanda Goranê herwiha diyar kir, civîna îro ya Goran û PDKê du mijaran li xwe digire, mijara yekem behskirina bernameya kabîneya nehem a hikûmetê ye û mijara duyem jî di derbarê pîvanên ji bo dabeşkirina postan de ye.
Li go zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Tevgera Goranê lîsteke daxwaziyên xwe amade kiriye, daku radestî şanda PDKê bike, ku têde Goran daxwaza pişka xwe ji postên hikûmetê dike. Li gor zanyariyên Rûdawê, lîsta Goranê ji postên serokatiya herêmê ve dest pê dike û postên rêveberên giştî jî li xwe digire.
Civîna îro ya Goran û PDKê sêyemîn civîna navbera herdu aliyan a di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.