Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Komîteya darayî karê li ser projeyasaya budceyê bi dawî kir

Ji aliyê RÛDAW 22-1-2019
Parlamentoya Iraqê dê deng li ser projeyasaya budceyê bide.

Bexda (Rûdaw) – Piştî 15 rojan gotûbêj û civînan, komîteya darayî ya parlamentoya Iraqê dawî bi karên xwe li gel hikûmetê û li derveyî parlamentoyê anî.

 

Di derbarê budceya sala 2019an de, piştî bidawîbûna karên komîteya darayî, biryar e parlamentoya Iraqê li ser projeyasaya budceyê deng bide.

 

Di projeyasaya budceyê de pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê %12.67 hatiye diyarkirin û hikûmeta Bexdayê pabende, ku mehane 522 milyar dînar ji bo mûçeyên fermanber û pêşmergeyên Kurdistanê bişîne.

 

Komîteya darayî ya parlemana Iraqê doh civiya û hate xwestin, ku Hewlêr rojane 250 hezar bermîlên petrolê bide kompaniya SOMO ya Iraqê û li hember wê zêdetirî 10 tirliyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê bê şandin, lê parlementerên Kurd bi goman in, ku eger petrol bi rêya SOMO were şandin, hikûmeta Iraqê pere ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

 

Di daxuyaniyekê de Fraksyonên Kurdistanî daxwazê ji hikûmeta Iraqê û herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku pabendî projeyasaya budceyê ya bo sala 2019ê bin.

 

Serokê Komîteya Darayî ya parlamentoya Iraqê, Ehmed Sefar ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Ew dibêjin petrolê bi temamî bidin me, em jî mafê we bidin, me jî ji wan re gotiye, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye petrolê radest bike, lê belê hinek caran kêşeyên teknîkî çê dibin, renge nekarin wê hejmarê (rêjeya diyarkirî) radest bikin. Çimku hinek caran kêm dibe yan zêde, renge em nekarin wê rêjeyê bişînin, lê belê ew tekezî lis er rêjeya 250 hezar bermîlên rojane dikin.”

 

Fraksyonên Erebî kar bo guhertina madeya 10 a birgeya C di projeyasaya budceyê de dikin, ku têde hikûmeta Iraqê hatiye pabendkirin, ku mûçeyên fermanber û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bişîne, eger ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrol jî radestî kompaniya SOMO neke.

 

Endamê parlamentoya Iraqê Raîd Fehmî ku ser bi Fraksyona Saîrûn e, li ser vê mijarê ji Rûdawê re dibêje: “Li ser mijara petrolê prensîpa me zelal û eşkere ye. Petrol divê bi rêya kompaniya SOMO bê hinardekirin, ew samana hemû Iraqê ye tevî Kurdistanê jî. Ev mijar hêj ne zelal e û nakokî jî li ser heye. Baştirîn çareser bo vê mijarê ev e ku hinardekirina petrolê bi rêya SOMO be.”

 

Eger projeyasaya bûdceya Iraqê bi vê şêweyê niha bê pesendkirin, divê hikûmeta Iraqê mehane 454 milyar dînar bo fermanberan û 68 milyar dînar jî bo Pêşmerge bişîne Herêma Kurdistanê. Herwiha eger Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê rojane radestî SOMO bike, zêdetirî 10 trîliyon dînar ji Herêma Kurdistanê re tê terankirin, lê belê Fraksyonên Kurdistanê bi goman in ku Hikûmeta Iraqê pabendî şandina pere be.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| Duh vî demî 11:28 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.171 seconds