Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hewlêr û Bexda dest bi rêkarên qerebûkirina qurbaniyên terorê dikin

Ji aliyê RÛDAW 22-1-2019
Bo vê mebestê şandek ji Bexdayê ve serdana Hewlêrê dike.
Bo vê mebestê şandek ji Bexdayê ve serdana Hewlêrê dike.

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi rêkarên qerebokirina qurbaniyên destê terorê dikin.


Berdevkê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Fûad Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku roja Çarşema bê şanda Rêveberiya Qurbaniyên Destê Terorê serdana Herêma Kurdistaên dike, bi mebesta destpêkirina rêkarên qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên destê terorê.

 

Fûad Osman got, qerebûya wan kesan li gorî yasaya hejmar 20 a sala 2009an, ku parlementoya Iraqê pesend kiriye, tê kirin.

 

Berdevkê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan behsa wê yekê kir, ku li başûr û naverasta Iraqê gelek ji kesûkarên qurbaniyên destê terorê hatin qerebokirin, lê heta niha wê qerebokirinê Herêma Kurdistanê li xwe negirtiye.

 

Hevdem Rêveberê giştî yê yasayî di Desteya Mafên Mirovan de, Tavge Omer jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku li gorî yasaya hejmar 20 a sala 2009an li Parlementoya Iraqê, (Komîteya Bilind ji bo Qerebûkirina Qurbaniyên Destê Terorê) pêk hatibû, û yekser bi ser Encûmena Wezîran ve ye, niha şaxekî wê li Hewlêrê hatiye vekirin, û welatî dikarin serdana wê bikin, ji bo destpêkirina karûbarên xwe.

 

Tavge Omer got: “Her malbateke şehîdan ku yasayê ew li xwe girtibe, tibaba 50 milyon dînarî werdigire, herwiha qereboya birîndaran jî ji 1 milyon û 750 hezarî destpê dike, heta 5 mliyonan.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| Duh vî demî 11:28 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.172 seconds