Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KIRMAŞAN - Îranê li deverên erdhejlêdayî nirxê xizmetguzariyên bingehîn zêde kiriye

Ji aliyê RÛDAW 22-1-2019
Wêneke ji erdheja 12ê Mijdara sala 2017 a li Kirmaşanê, arşîv
Wêneke ji erdheja 12ê Mijdara sala 2017 a li Kirmaşanê, arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerekî parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ku hikûmeta Îranê pereyên av, eliktirîk û gazê li ser xelkê navçeyên erdhejlêdayî yên wê parêzgehê zêde kiriye.

 

Parlementerê bajarê Qesra Şîrîn, Ferhad Tecerî ragihand, tevî ku xelkê navçeyên erdhejlêdayî jêderên wan ên dahatê tune ne, lê hikûmetê pereyên mehane yên avê, eliktirîk û gazê li ser xelkê wan navçeyan zêde kiriye.

 

Tecerî herwiha got, ku gelek ji ziyandîtiyan li nav kon û odeyên plastîkî de ne, û bi sedema giranbûna nirxê kelûpelên avahîsaziyê jî, xelk nikarin xaniyên xwe ava yan nûjen bikin.

 

Nûnerê Qesra Şêrîn li parlamentoya Îranê herwiha dibêje, ku Banka Navendî ya Îranê biryara hikûmeta wî welatî ya ji bo dana deynê bankî yê 5 milyon tûmenî bo 19 ezar malbatan, red kiriye.

 

Di 12ê Mijdara sala 2017an de erdhejekê bi mezinahiya 7.3 pielyên Rîxterê çend navçeyên ser bi parêzgeha Kirmaşanê hejand, ku bûye sedema gelek ziyanên canî û maddî.

 

Bi sedema wê erdhejê, derdora 650 kesan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn, herwiha li gor amarên fermî yên hikûmeta Îranê, di encama wê erdheja bihêz de zirar gihîşte zêdetirî 30 hezar xanî û avahiyên xelkê û yên hikûmetê.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.563 seconds