Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Xaneqînî daxwaza vegera pêşmerge dikin

Ji aliyê RÛDAW 22-6-2018
Xelkê Xaneqînê ji ber xirabiya rewşa ewlehiyê, roja pênşemiyê gireveke seranserî kirin.

Xaneqîn (Rûdaw) – Heyama çend rojan e ku rewşa ewlehiyê ya navçeya Xaneqînê xirab bûye û bûyerên kuştin û revandina xelkê sivîl zêde bûye, ji ber wê jî tirs di nav xelkê deverê de belav bûye. Xelkê Xaneqînê ji vê rewşa niha nîgeran in û daxwaz dikin, ku hêzên pêşmerge bo parastina ewlekariyê vegerin herêmê.

 

Li ser daxwaza komeke çalakvan û kesayetên deverê, weke nerazîbûna li hember rewşa ewlehiyê û ji bo vegera hêzên Pêşmerge, xelkê Xaneqînê doh greva giştî ragihandin û deriyên hemû dikan, baregehên partî û saziyên hikûmetê nehatin vekirin.

 

Xelkê Xaneqînê bi vê çalakiya sivîl nerazîbûna xwe li hember rewşa niha ya vê navçeyê ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ketiye bin kontrola Heşda Şeibî û hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê, nîşan dan.

 

Welatiyên nerazî yên xaneqînî herwiha daxwaza vegera Pêşmerge bo wê deverê dikin, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê li herêmê nemaye.

 

Xelkê Xaneqînê dibêjin, ji ber ku Pêşmerge ne li wê derê ye, rewşa ewlehiyê têk çûye.

 

Welatiyê bi navê Ehmed Cafir ji Rûdawê re behsa rewşa niha ya Xaneqînê dike û dibêje: “Rewşa ewlekariyê ya Xaneqînê baş nîne, li derveyî bajêr teqîn çêdibin û li gundan xelkê sivîl zirarê dibînin, du sê heval û kesên me şehîd bûne, ku ti zirara wan bot i kesan nebûye.”

 

Elî Erkewazî jî dide xuyakirin, ku “li Xaneqînê bûyer zêde bûne, em nizanin kê li vî bajarî hukmê dike, Heşd desthilatdariyê dike, pêşmerge ye yan asayiş, em nizanin. Her kes ji xwe re ye, hikûmeta Iraqê ji vê rewşa niha berpirsyar e.”

 

Ji bo ku vê nîgeraniya xwe bigihînin hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xelkê Xaneqînê biryar dan, ku bo dema rojekê gireveke seranserî bidin destpêkirin. Xelkê Xaneqînê roja pênşemiyê gireva seranserî li bajêr pêk anîn û di vê rojê de bazar, fermangeh û saziyên hikûmetê û ofîs û baregehên partiyan girtî bûn û ti kes li ser karê xwe amade nebû.

 

Têkçûna rewşa ewlehiya Xaneqînê, tevî welatiyên deverê, berpirsên partiyên kurdî jî nîgeran kiriye.

 

Berpirsê Melbenda YNKê li Xaneqînê, Şêrko Mîrweys di vê derbarê de dibêje: “Jiyana xelkê di metirsiyê de ye, tevgera grûpên terorîstî roj bi roj zêde dibe. Weke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û partiyên siyasî û xelkê bajêr jî, em hemû li ser yek nêrînê ne, ku em nikarin heta dawî bînerê ji dest dana ezîzên xwe bin. Girev peyam e di astekê de, xwepêşandan peyamek e di asteke din de, ev yek dê pêngav bi pêngav bilind bibe, wê demê jî renge rewş ji dest hemû aliyan derkeve.”

 

Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê bo şopandina gireva seranserî ya Xaneqînê û ji bo ku dengê xelkê vî bajarî bigihîne aliyên pêwendîdar, li wê derê amade bû û hewl da, ku peyama xelkê deverê bigihîne.

 

Dema ku tîma Rûdawê li Xaneqînê bû, berpirsên hikûmetî û ewlekarî û herwiha berpirsên partiyên siyasî yên bajêr mijûlî amadekariyan bo encamdana civînekê li gel parêzgarê Diyalle û berpirsên ewlekariyê yên hikûmeta Iraqê bûn, daku daxwaza vegera desthilata pêşmerge bigihînin wan, ku xelkê Xaneqînê jî heman daxwazê dikin.

 

Li gorî zanyariyan, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, li Xaneqînê 14 bûyerên kuştin û teqîn û revandina xelkê çêbûne. Herwiha tenê di 10 rojên bihorî de 3 teqîn li 3 gundên kurdnişîn çêbûne, ku 4 welatî di encamê de bûne qurbanî, ji ber wê jî tirs û nîgeraniya xelkê wê navçeyê gihîştiye astekê ku tenê bi vegera hêzên pêşmerge bo deverê dikare çareser bibe.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.453 seconds