Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê kelecana hilbijartinan e

Ji aliyê RÛDAW 22-9-2017
Rûdaw
Rûdaw

Qamişlo (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Bakûrê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ragihand, îro (22,09-2017) li herêmên Efrîn, Cezîrê û Feratê hilbijartinên rêveberiya komûnan birêve diçe. Lê ENKS hilbijartinan boykot dike.

 

Li gorî nûçeyên medyaya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), bi hezaran dengdêr îro diçine ser sindoqan û ji bo hilbijartina hevserokên rêxistina komûnan dê dengên xwe bidin. Komûn sîstema rêveberiya herî biçûk û xwecihî ye di nava sîstema federalîzma Rojavayê Kuridstanê de.

 

Herwiha hate ragihandin, ku dê12 hezar û 421 berbijêr ji bo hevserokatiya 3 hezar û 732 komûnan pêşbirkê bikin.

 

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, li herêma Cezîre (Qamişlo û Hesekê), 7 hezar û 720 berbijêr hene, ku 3 hezar û 917 berbijêrên jin in û xwe ji bo hevserokatiya 2 hezar û 495 komûnan destnîşan kirine.

 

Herwiha li herêma Feratê (Kobanê - Girê Spî û Sirîn)hejmara berbijêren 3 hezar û 135 kesin, ku hezar û 386 berbijêrên jin in û ji bo hevserokatiya 825 komûnan pêşbaziyê dikin.

 

Li herêma Efrînê jî (Efrîn û Şehba) hezar û 566 namzet hene, ku ji wan 700 berbijêr jin in û ji bo hevserokatiya 412 komûnan dê tevlî vê hilbijartinê bibin.

 

Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê beriya niha biryar dabû, ku roja 22ê Îlonê hilbijartinên hevserokên komûnan a sîstema fedraliyê be.

 

Li gorî biryarê roja 3ê Cotmeha 2017ê hilbijartinên rêveberiyên herêmî, yên civatên gundan, bajarok, navçe û kantonan dê were kirin.

 

Roja 19ê Çileya 2018ê jî dê hilbijartinên herêman û Kongreya Demokratîk a Gelan a Bakurê Sûriyê, were kirin.

 

ENKS boykot dike

 

Ji aliyê din ve, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) hilbijartinên komûnan boykot dike.

 

ENKSê li ser vê mijarê bang li gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû: “Gelê kurd li Kurdistana Sûriyê dê wan hillbijartinan boykot bikin, ji ber ku bêrêzî ye li hember gelê kurd û tevgera wê ya siyasî ya bi dirêjahiya salan de.”

 

ENKSê ev hilbijartin weke biryara yekalî ya PYDê binav kiribû. 

976 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.391 seconds