Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Êdî dem bo paşxistina referandumê dereng e, ez xwe şermezarê millet nakim!

Ji aliyê RÛDAW 22-9-2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Stadyuma Fransu Herîrî ya Hewlêrê ji dehan hezar Kurdistaniyan re axivî û derbarê referandumê de peyam da.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, referandum nayê paşxistin û ew ji bo gotûbêjên bi Bexda û civaka navdewletî re amade ne, lê belê ne niha belku piştî 25ê Îlonê û encamdana referandumê. Barzanî herwiha got, ku ew xwe şermezarî millet nake û tekez kir: “100 sal e Kurdan ceza dikin, eger niyeta we ya cezakirina kurdan hebe, dest ji cezakirina Kurdan berdin, werin min ceza bikin.”

 

Îro înê 22ê Îlonê li Hewlêr a paytext bi dehan hezar hevwelatiyên Kurdistanî bo piştgiirya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê li Stadyuma Fransu Herîrî li hev kom bûne û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî têde beşdar e.

 

Mesûd Barzanî di vê karnavala mezin de gotarek pêşkêş kir û derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de peyamên giring dan cîhanê û gelê Kurdistanê.

 

Barzanî li ser biryara referandumê û daxwazên bo paşxistina referandumê e jî diyar kir: “Niha referandum ne di destê min û partiyan de, di destê we gel de ye.”

 

Barzanî rexne li helwesta civaka navdewletî û Encumena Asayişa Navdewletî ya li hember referanduma Kurdistanê girt û got: “Me got belke wêrankirina 4500 gund, windakirina 15 hezar Kurdên Feylî, enfala 8000 barzaniyan û 182 hezar Kurdistaniyan wîjdana cîhanê hejandibe, lê mixabin wisa nebû.”

 

Barzanî herwiha tekez kir, “ez ji Encumena Asayişa Navdewletî re dibêjim em rijdtir dibin li ser şerê DAIŞê û zêdetir ji caran şerê DAIŞê dikin.”

 

Barzanî amadeyiya Herêma Kurdistanê bo gotûbêjan nîşan da û diyar kir: “Em amade ne bo gotûbêjê, lê belê piştî 25ê Îlonê, nihe gelek dereng e.”

 

Barzanî amaje bi êş û derd û karesatên ku di 100 salên bihorî de hatine sere milletê Kurd, kir û tekez kir: “100 sal e Kurdan ceza dikin, eger niyeta we ya cezakirina kurdan hebe, dest ji cezakirina Kurdan berdin, werin min ceza bikin.”

 

Agahî tên….


1390 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 22 demjimêr berê | (2)
salman | 2018-02-19 7:56:34 PM
ne Sîr û ne jî Pìvaz.... herdû pêxwaz bash dizanin ku herdû nakin çend banot.... ne Pirçên wan kes dikrêt û ne jî xwîna wan bi kêra tishtek nayêt.......
Ebadî û Malikî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan dibe
| 11-1-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| Duh vî demî 06:50 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| Duh vî demî 11:52 | (1)
0.656 seconds