KERKÛK- Erebên hawirdekirî dest danîn li ser erd û milkên Kurdan

22-10-2018
RÛDAW
Erebên ji Selahadînê hatine hawirdekirin li gorî belgeyên di heyama sedam de  tevdigerin
Erebên ji Selahadînê hatine hawirdekirin li gorî belgeyên di heyama sedam de tevdigerin
Nîşan Kurdistan Kerkûk Daqûq Ereb Kurd Gund Dagîrkirin
A+ A-

Daqûq (Rûdaw) – Kurdên li navçeya Daqûq a Kerkûkê dijîn dibêjin ku beşek ji Erebin ku ji bajarê Selahadînê hawirdekirî  dixwazin dest danîn li ser 7 hezar donim erd û milkîn wan. 

 

Yek ji nîştecihên gundê Yengîceya ya ser bi navçeya Daqûqê, ya bi navê Aminê Yengiceyî ya 75 salî bi bîr xist ku di sala 1974ê de ji aliyê rejîma Sedam Huseyîn ve erd û milkîn bi zorê ji wan hatin standin di sala 2003yê de dîsa bo wan hatibû vegerandin û got: “Ereb niha dîsa wek heyama Sedam hewl didin erd û milkên me ji destê me derbixin.”

 

Aminê Yengiceyî wiha axifî: “Bi sedan salan e em li vir dijîn. Ev der welata ji bav û papîrên me ye. Lê niha Erebên ji herêmên din hatine hawirdekirin  dibêjin ev der a me ye.”

 

Ji aliyê din ve Erebên ji Selahadînê hatine hawirdekirin li gorî belgeyên di heyama sedam de wergirtine dibêjin divê cotkarên Kurd û Tirkmen ên ji sala 2003yê ve li wê derê dijîn zerara wan qerebû bikin.

 

Derbarê vê mijarê Parlamenterê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê yê endamê Parlamentoya Iraqê Elmas Fazil ji Rûdawê re wiha got: “Me ligel parlementerên Tirkmen serdana Wezareta Çandiniyê ya Iraqê kir û rapora ku me amade kirî pêşkêşî wan kir. Me li ser wê yekê li hev kir ku ev kar niha tê bê rawestandin. Çimkî destdanîna li ser erd û milkên Kurd û Tirkmenan de ne di berjewendiyê xelkê Kerkûkê de ye. Ev ax a wan e. Helwesta rêvebirên xwecihî jî nayê qebûlkirin.”


Roja 16 Cotmeha sala borî, Artêşa Iraqê bi hevkariya hêzên Heşda Şabî û bi çekên giran êrîşeke berfireh anîn ser Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û Kerkûk dagîr kirin. Piştre ku Pêşmerge li bajêr û derdorê nema, valahiyeke ewlekariyê çêbû û DAIŞê karî dîsan dest bi tevgera xwe bike.

 

Ji ber metirsiya DAIŞê piraniya gundên Daqûq hatinbûn valakirin li şûna Ereb hatibûn bicihkirin.

 

Qezaya Daqûqê ser bi parêzgeha Kerkûkê ye, ku niha di bin kontrola hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê de ye û nêzîkî 40 kîlometran ji navenda parêzgehê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst