Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Ji aliyê Vîviyan Fetah 22-10-2018
Rûdaw

Qamişlo (Rûdaw) - Partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistan bersiva daxuyaniyên wê dawiyê yên Rûsyayê yên derbarê hewldanên Amerîkayê ji bo avakirina dewleta Kurdî didin û dibêjin, daxuyaniyên Rûsya tohmet in û Amerîkaya ku piştgirî neda serxwebûna Başûrê Kurdistanê, qet piştgiriya serxwebûna Rojavayê Kurdistanê nake.

 

Helwesta Amerîka, bihêztirîn dewleta cîhanê, ku serederiyê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re weke hevalbenda xwe ya sereke di şerê dijî DAIŞê de dike, bi berdewamî ji aliyê Enqere, Tehran û Moskowê ve rastî bersiveke tund tê.


Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) baskê siyasî yê HSDê jî dibîne, ku Amerîka bi heman şêwazê Rûsya û Tirkiyê berjewendiyên xwe li deverê diparêze, lê ji ber hebûna xalên hevbeş di armncan de, ew serederiyê bi hev re dikin.

 

Sekreterê El-Partî û Endamê Serkirdayetiya MSDê, Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê re diyar kir: “Dewletên dunyayê girêdayê berjewendiyên xwe ne, Amerîka jî pêşengiya duniyayê dike di parastina berjewendiyên xwe de, ev tometên Rûsya û Îran û Tirkiyê, di demekê de ne, ku Amerîka serxwebûna Başûr (Başûrê Kurdistanê) qebûl nekir, dê çawa ya Rojava qebûl bike.”

 

Razîbûna Amerîkayê derbarê hatina hêzên Tirkiyê bo nav axa Sûriyê li navçeyên Mertala Firatê vê pirsê dike rojev, gelo Amerîka bi rastî piştgiriya kurdan dike yan tenê beşek ji siyaseta xwe li rojhilata navîn jibo lawazkirina Îran û Rûsyayê pêk tîne.

 

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê avakirina statuyeke kurdî de baweriya wê bi Amerîkayê nayê û siyaseta Waşington bi nezelal bi nav dike.

 

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê, Hesen Remzî di vê derbarê de ji Rûdawê re dibêje: “Siyaseta Amerîkayê nezelal e jibo çareseriyek siyasî li Sûriyê, lê tiştê ku heye şerê terorê dike û şerê hebûna îraniyan dike, ti garantî jî derbarê mana wê de tine ye.”

 

Di heman çarçoveyê de Partiya Pêşverû ya ku di nava tevgera kurdî de û ji destpêka kirîza Sûriyê ve xeta sêyemîn hilbijartiye, dibêje, Amerîka ti statuyeke serbixwe ji kurdan re ava nake û rêkevtina wê bi kurdên Rojavayê Kurdistanê re demkî ye.

 

Endamê Polîtboruya Partiya Pêşverû, Hesen Cengo radigihîne, ku bi dawîbûna projeyên xwe, dê Amerîka rêkevtina bi kurdên Rojavayê Kurdistanê re bi dawî bike.

 

Hesen Cengo ji Rûdawê re got: “Eger mirov ji dîrokê fêr bibe, divê baweriya me bi Amerîkayê neyê, ew hatine û karê wan heye, lê di dema niha de hevbeşiyek di berjewendiyê wan û kurdan de heye, lê ew jî demkî ye.”

 

Di dawiya ve mehê de, lûtkeya Stenbolê di navbera Tirkiye, Rûsya, Fransa û Almanya de dê bê lidarxistin, tê pêşbînîkirin jî Enqere û Tehran hewla razîkirina Yekîtiya Ewropa bidin, daku guvşên xwe li ser Waşington zêde bike û alîkariya wê ya bo HSDê bide rawestandin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.188 seconds