ENKS: Êriş li dijî hebûna gelê Kurd e

23-01-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena xwecihî ya ENKSê li Efrînê derbarê êrişên Tirkiyê yên ser Eferînê de daxuyaniyek ji bo raya giştî ya kurdî, Sûriye û cîhanê belav kir.

 

Di daxuyaniyê de, Encûmena ENKSê li Efrînê dibêje ku êrîşa Tirkiyê û hinek komên çekdar ên dijbereyê bo ser Efrînê, ne li dijî aliyekî siyasî lê dijî hebûna tevahiya gelê Kurd e li Kurdistana Sûriyê.

 

Encûmena xwecihî ya ENKSê rexne li bêdengiya civaka navdewletî digire bi taybetî jî aliyên peywendîdar ên krîza Sûriyê wek Rûsya û Amerîkayê.

 

ENKS daxwaz ji endam û alîgirên xwe û hemû aliyan kir ku berpirsyarane tevbigerin, xwe ji nakokiyên navxwe dûr bigirin û rêzên xwe bikin yek.

 

Herwiha ENKSê bang li Parlamentoya Kurdistanê kir ku daxwazê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bike daku hinek pêngavên bilez ên niyazpakiyê ji bo yekkirina rêzên Kurdî biavêje.

 

ENKSê herwiha bang li hemû rêxistin û saziyên mirovî kir ku xwe bighînin Efrînê û alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst