Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Divê rêkevtinek li ser Mûsilê were kirin

Ji aliyê RÛDAW 23-2-2017
Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Hikûmeta Almanyayê yê ji bo Aramiya Rojhilata Navîn Eckhard
Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Hikûmeta Almanyayê yê ji bo Aramiya Rojhilata Navîn Eckhard

Navenda Nûçeyan - Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Nûnerê Taybet ê Almanyayê Eckhard Bros civiya. Bros tekez kir, Almanya dê hevkariya xwe ya leşkerî bidomîne.

 

Îro 23ê Sibata 2017an Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Hikûmeta Almanyayê yê ji bo Aramiya Rojhilata Navîn Eckhard Bros re civînek li dar xist.

 

Di civînê de bi awayekî giştî pêşhat û bûyerên dawî yên siyasî û leşkerî ên Iraqê û operasyona rizgarkirina Mûsilê hatiye axavtin. Herwiha bi taybetî vegerandin û bicihkirina koçberan jî hatiye nîqaşkirin.

 

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Eckhard Bros, di navbera pêkhateyên parêzgeha Mûsilê de bi mebesta ji nû ve afirandina baweriyê, tekez li ser dubare destpêkirina diyalog û danûstandinên cidî kirine û piştî azadkirina ji destê DAIŞIê, çawatiya îdarekirina vî bajarî bûye mijara rojevê.

 

Mesrûr Barzanî  diyar kiriye, lazim e hevdem ligel operasyona leşkerî, rêkevtineke siyasî jî hebe, ji ber ku eger rêkevtin di navbera aliyan de neyê îmzekirin, wê demê dibe ku piştî operasyonê, ew kêşe û arîşeyên siyasî yên beriya dagirkirina Mûsilê, ji aliyê DAIŞê ve dubare serî hildin.

 

Di beşeke din a civîna navbera Barzanî û Bros de behsa dabînkirina aramî û paqijkirina deverên rizgarkirî û vegerandin û bicihkirina koçberan hatiye kirin.

 

Di dawiya civînê de jî şanda mêvan bi rêzdarî behsa qehremanî û qurbanîdanên hêzên pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de kiriye û tekez li ser domandina hevkariyên leşkerî yên Almanyayê yên ji bo Kurdistanê hatiye kirin.

283 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-08-13 7:20:09 PM
Di bin vê serlêdanê de,ne bes behsa pariztinên Sînorên Welatên hev ji Terorîstan ku biparizin tên ba hev.Sînor û Terorîst,di bin sçîya kontrola wan...
Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê serdana Tirkiyê dike
| 13-8-2017 | (1)
Melih Erdinc | 2017-08-13 11:01:56 AM
Goran gora xwe dikole
Tevgera Goran: PDK mercên me qebûl neke, bila her yek here mala xwe
| 13-8-2017 | (1)
Ali Baran | 2017-08-13 8:48:50 AM
chp ji roja avabûna xwe bi vir da partîyeke national socialist e, wate partîya faşist a bi maske sor e. kînga bûye demokrat. gotineke kurmancan heye,...
Bangewaziya Demirtaş di siyaseta kurdî de bû cihê nîqaşê
| 12-8-2017 | (1)
osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
0.468 seconds