Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Rêxistinên sivîl binpêkariyên li Efrînê tomar dikin

Ji aliyê RÛDAW 23-6-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka kontrolkirina Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve, gelek binpêkirin li wê herêmê hatine kirin. Rêxistinên Civaka Sivîl li Efrînê, hejmarek ji wan binpêkirinan belge kirine. Binpêkirin bi gelek awayan hatine kirin, wek kuştin, êşkencekirin, girtin, talankirin, şewitandina mal û dar û zeviyan.

 

Binpêkirinên hêzên çekdar ên opozisyona sûrî û artêşa Tirkiyê, li Efrînê berdewam in.

 

Ji gelek aliyan ve, behsa van binpêkirinan tê kirin û hinek alî jî belgeyan di vî warî de kom dikin, weke nîşanekê ku êdî hebûna hêzên çekdar metirsiyeke li ser jiyana xelkê, li Herêma Efrînê.

 

Li gorî zanyariyên xwecihî ji Efrînê, ji destpêka êrîşa Tirkiyê û hêzên çekdar ên opozisyonê ve, nêzîkî 38 dibistan û xwendingehan tûşî ziyanên mezin bûne.

 

Rêxistinên Civaka Sivîl li Efrînê, di raporeke xwe ya nû de, dibêjin, bi dehan binpêkirin di derheqê welatiyan de hatine kirin û belgekirin wek girtin û îşkencekirina hejmareke gelek ji welatiyan.

 

Li gundê Sinarê yê ser bi nahiyeya Şiyê, goristanek ku nêzîkî 500 gorî tê de hebû, hate têkbirin û sengerek ji axê li derdorê hate dirustkirin.

 

Çekdarên opozisyonê dest datînin ser mal û milkên xelkê û koçberên hawirdekirî li şûna welatiyên resen bicih dikin.  Herwiha dest datînin ser dukan, kargeh û guvaştekên welatiyan.

 

Rê li ber vegera koçberên Efîrnê tê kirin, ku hejmara wan gihiştibû bêhtir ji 150 hezar kesî. Rewşa tendirustî û mirovî li Efrînê û li nav koçberên vê herêmê li navçeyên derdorê û li Şehba û deverên din, têk çûye.Metirsiya hebûna mayinan, li ser jiyana xelkê heye.

 

Li aliyê din jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye, ku ji 20ê Çileya 2018an ve, heta niha, hezar û 534 şervanên YPGê şehîd ketine, 592 serbazên Tirkiyê û hêzên çekdar hatine kuştin û di nav wan de 83 serbazên Tirkiyê hebûn.  Herwuha 91 endamên Hêzên Şeibî yên ser bi hikûmeta sûrî hatine kuştin. 

 

Ji aliyê din ve derbarê Efrînê de saziyên Rêveberiya Xweser, li navçeya Şehbayê, konferansek bi navê “Konferansa Rizgarkirina Efrînê” lidar xist.  Di encamnameya vê konferansê de, hatiye xwestin ku pêwîst e seferberî û amadebaşî ji bo rizgarkirina Efrînê bêne kirin û nexşerêyek ji bo vê mebestê bê danîn.

 

Rewşa Efrînê hêj aloz e. Aliyên navdewletî jî, tevgereke berbiçav ji bo çareserkirina vê rewşê nekirine. Tenê welatî baca herî giran datînin.

 

 

Nîşankirin : Efrîn, Tirkiye, Binpêkirin
1287 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi rastî cudaxwaz bû Duh vî demî 03:41 |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
0.219 seconds