Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Minbic bandorê li ser hilbijartinên Tirkiyê dike

Ji aliyê XALİD CEMİL MİHEMED 23-6-2018
Rdûaw

Hewlêr (Rûdaw) - Beşek ji şirovekar û  çavdêran tevgera hikûmeta Tirkiyê li navçeya Minbica bakurî Sûriyê, di çarçoveya bangeşe û propagandaya hilbijartinên vî welatî de, dibînin.

 

YPGê nîşan bi wê yekê daye, ku ji Tebaxa 2016an ve, piştî kontrolkirina vî bajarî ji destê DAIŞê, hêzên wê ji Minbic derketine.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gotinên serkirdeyên Tirkiyê ku gotibûn “YPGê dê ji roja 4ê Tîrmeha ve, dest bi derketina ji bajarê Minbic bikin, piştî ku çekên xwe, li gorî nexşerêya Enqere û Washingtonê radest bikin"  weke propagandaya hilbijartinan binav kiriye

 

Bi gotina YPGê, hêzên wê, Minbic û gundê wê, radestî Encûmena Leşkerî û Rêveberiya Sivîl a Minbic kirine.

 

Li gorî daxuyaiya YPGê, ew ligel Hevpeymaniya Navdewletî û Encûmena Leşkerî ya Minbic, di sazan û lihevkirinê de ye, derbarê nexşerêya Minbicê de ku ti hebûna serbazî ya tirkî û ya hêzên ser bi Tirkiyê jî, li Minbic û derdorê nemînin.

 

Encûmena Leşkerî ya Minbic jî, derbarê vê rewşê, ligel şandeke Hevpeymaniya Navdewletî kete hevdîtinan û li ser vê yekê, daxuyaniyek belav kiriye.

 

Di daxuyaniyê de hatiye ku şanda Hevpeymaniyê, ji çend fermandarên pilebilind pêk hatibû.

 

Encûmena Leşkerî ragihand ku şanda Hevpeymaniyê tekezî li ser berdewamiya ewlehî û aramiyê li Minbic kiriye, û piştgiriya xwe ji Encûmena Leşkerî ya Minbic re li dijî metirsiyên derve, nîşan daye û ew rê nadin hêzên Tirkiyê, ku derbasî nava bajar bibin.

 

Ji aliyê xwe ve artêşa Tirkiyê behsa tevgera sêyem a hêzên xwe li navçeya Minbic kiriye, ku ew dê her di vê tevgerê de jî, berdewam be, ji bo nehitştina hêzên YPGê, li wê derê û li deverên din.

 

Ev rewş, di demekê de ye, ku hilbijartinên Tirkiyê dê sibê yekşemê (24.06.2018) bê kirin, lê piştî bidawîbûna van hilbijartinan, rewş dê çawa be û ber bi çi asoyan ve here, hêj nediyar e, bi taybetî ku hinek çavdêr ji opozisyona Tirkiyê, vê tevgera hêzên Tirkiyê, weke bangeşe û propagandaya hilbijartinan dibînin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1044 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.187 seconds