Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî bo Çavuşoglu: Kurd ji Iraqî bê hêvî bûne

Ji aliyê RÛDAW 23-8-2017
Mesûd Barzanî û Mevlut çavuşoglu li Hewlêrê civiyan.
Mesûd Barzanî û Mevlut çavuşoglu li Hewlêrê civiyan.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de ragihand, ku gelê Kurdistanê ji Iraqê bê hêvî bûye û ji ber vê yekê biryara referandumê daye û tekez kir, ku madem şrikatiya li gel Iraqê rastî şikestinê hatiye, Kurdistan û Iraq dikarin weke du cîran li gel hev bijîn.

 

Îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

 

Derbarê civînê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di vê hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê silavên Serokomar û Serokwezîrê welatê xwe gihande Serok Barzanî û ji bilî amajedana bi rola giring a Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de, serkevtinên Pêşmerge li hember terorîstan li Serok Barzanî pîroz kir û di axavtinekê de behsa vê dostatiyê û pêwendiya baş kir, ku di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de heye.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, Mevlut Çavuşoglu di hevdîtina li gel Barzanî de behsa referanduma Kurdistanê jî kiriye û ragihandiye, ku Tirkiye bawerî bi amfê gelê Kurdistanê heye, lê belê wiha dibîne, ku di dema niha de renge referandum aramî û îstiqrara herêmê têk bibe.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi gotibên Mevlut Çavuşoglu yên derbarê helwesta Tirkiyê li hember referandumê de hatiye kirin û tê gotin:

 

“Têkildarî mijara referandumê, tekezî li ser wê yekê kir, ku welatê wî bawerî bi mafên gelê Kurdistanê heye û ji êş û derdên wê têdigihîje, lê belê wiha difikire ku referandum di wê dema niha de renge bibe sedema arîşeyan û îstiqrara herêmê têk bibe û di vê bareyê de dilgiraniyên Tirkiyê gihandin Barzanî û ew yek jî da xuyakirin, ku welatê wî amade ye, di hewlên navdewletî yên bo çareserkirina arîşeyên navbera Herêm û Bexdayê de beşdar bibe.”

 

Weke ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Mesûd Barzanî jî di vê hevdîtinê de spasiya Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê kiriye û li hember hevakriyên Tirkiyê bo Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de pêzanînên xwe pêşkêş kiriye.

 

Barzanî herwiha behsa biryara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê jî kiriye û amaje bi wan sedeman jî kiriye, ku bûne sedem gelê Kurdistanê biryareke wisa bide û ber bi serxwebûnê ve pêngavan bihavêje.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha dibêje:

 

“Derbarê mijara referandumê, Serok Barzanî di gotûbêjeke zelal û aşkere de behsa wan sedeman kir, ku bûne sedem daku gelê Kurdistanê biryara referandumê û avêtina pêngavan bo serxwebûnê bide. Serok Barzanî amaje bi dîroka tijî êş û karesat a gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê kir û tekez kir, ku zêdebarî zulm û Enfal û cenosîdê, gelê Kurdistanê biryar da ku rûpeleke nû veke û piştî sala 2003ê hemû hewlên xwe da, da ku iraqeke nû li ser bingeha şirîkatî û destûr û rêkevtinê were damezrandin, lê belê şirîkatî û destûr û rêkevtin hatin binpêkirin û herî dawî gelê Kurdistanê ji dewleta Iraqê bê hêvî bû û naxwaze bi ti şêweyekê ezmûnên tal ên berê dubare bike û gelê Kurdistanê jî berpirs nebûye ji vê rewşa ku niha hatiye holê, belku siyaset û şaşiyên hikûmeta Iraqê sedem in.”

 

Barzanî di beşeke din a axavtina xwe de destnîşan kir, ku biryara gelê Kurdistanê bo referandumê, mafekî demokratîk û aştiyane ye û tekez kir, ku madem li Iraqê şirîkatî şikest anî û ji bo rêgirtin ji şer û ne îstiqrariya li herêmê, dibe ku Kurdistan û Iraq weke du cîran bi hev re bijîn.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Serok Barzanî herwiha ragihand, ku biryara gelê Kurdistanê mafekî demokratî û aştiyane û xwezayî ye û sedemek dibe bo rêgirtina ji ne îstiqrarî û şer û bow ê yekê dibe, ku madem şirîkatî şikest anî, dibe ku em weke du cîranên baş li gel hev bijîn. Serok Barzanî tekezî li wê yekê jî kir, ku ezmûnên salên berê nîşan dane, ku Kurdistan faktora tenahî û îstiqrarê ye û îstiqrar û aştiya li herêmê bo gelê Kurdistanê giring e.”

 

Herwiha di heman hevdîtinê de, her du aliyan biryar dan, ku di pêwendî û şêwireke berdewam de bin.

Şîrove

 
marouf | 21-9-2017
Tew tew mala min.....TIRKOOOOOOOOOO....ey dinrindayê dijminê xwîr rijê dirndeya dewleta TIRK....tê navê Kurd li Kurdistan Bakur dayet qedexekirin...hêj tu sherm û bi bê xiretî destdirêji mafê Kurdistana BASHUR dikey... ey dirndeya dewleta Tirk , ne safi yek Kurdistan li cihande deng bidet, lê giranîya Kurd û Kurdistan nava Ummeti Muttahîde bibet xwedi ç dewlet û 4 Deng di nav gerdun de ev hêz hêzek herî girnge û herwisa kurdistanek yeksaneyî serbuxwe her dê damezret... Bijî Kurd û Kurdistanek yeksaneyî serbixweyî AZAD. bmre bindestî û zordestî, hebijî serdestî û serfirazi û Azadi.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 7:40:51 AM
Sipas ji Cenabê te Kak Mislim...mixabin ta niha we Sîyasetek xelt hember PDK û Başûrê Kurdistanê bi rêve dibir, lê Şokra Xwedê niha hûn jî bi...
Namdar | 2017-09-26 9:10:51 AM
Dest Xwesh Kaka Saleh Muslim... Ka gelo li kîjan dewletên îro de Partîyên navxoyî ne dijberî hev in... Li Fransa Gelo PS û FN û RP û hemû yek...
Salih Muslim: YPG amade ye li kêleka gelê kurd li Başûrê Kurdistanê be
| 5 demjimêr berê | (2)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 7:44:58 AM
@Rudaw...Rudaw çima Silêmanî têda nîye?! Qey ji Silêmanî Rêfêrandum bi rêve neçû?! Ji kerema xwe di Warê Sîyasî û Rojnamevanî de bêlayen bin, Dinya...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 7:54:34 AM
@Rudaw...Rudaw ev gişt Amarên Destpêké ne...Amarên Destpêkê ne ew qas giringin...kengî wê Rêsultat (Encam, Amarên dawî) wê belav bibin?!
Başûrê Kurdistanê ‘Serxwebûn’ hilbijart!
| 5 demjimêr berê | (2)
Mir | 2017-09-25 9:01:59 PM
Nabe, "… di referandumê de çawa dixwazin wisa deng bidin.". Va tê wateya bê berpirsîyarî ye,ku bê axlakîye. Mîrovekî serokpartî û Kurd bi êrkên xwe...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 6:08:23 AM
Gotinek heye dibêje: Eger Tirên (Qîtar) bi Rê ket, divê mirov xwe bi lez pêxe, nexwe êdî derenge û mirov nikare sîwarê Tirênê bibe, weca Rewşa...
Serokê Giştî yê Tevgera Goran dengê “erê” da
| Duh vî demî 11:07 | (3)
Namo | 2017-09-25 8:58:47 PM
Gelo ji ber çi we rêz li ber referandome Scotland girt wek camêr, inca ^ew tirs li dil we ji bo me Kurdan e... Gelo Piccot-Sykes û darizandina gelê...
Tori | 2017-09-26 5:47:33 AM
Îngiliz en teres we carekê em parçe kirin. Helbet hun bi vè guhertinê nerazîne. Serxwebun u 100 cara serxwebun
Brîtanya: Me pêşniyar kir, Kurdan qebûl nekir
| 16 demjimêr berê | (2)
0.594 seconds