Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Encumena Bilind a Referandumê bi Barzanî re kete civînê

Ji aliyê Rûdaw 23-8-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna Encumena Bilind a Referandumê îro bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest pê kir.

 

Civînê di saet 15:00ê piştî nîvro dest pê kir û heta niha jî didome.

 

Endamê Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê, Ebû Karwan derbarê civîna îro ya vê encumenê de ji Rûdawê re ragihand: “Behskirina li ser çûna şanda referandumê bo Bexdayê û encama vê serdanê dê mijara sereke ya civînê be.”

 

Ebû Karwan da xuyakirin: “Hevdem dê gotûbêj li ser helwesta welatan a derbarê referandumê û mijarên germ ên rojê were kirin û ew jî hatina berpirsên mezin ên cîhanê bo Herêma Kurdistanê, yên weke Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, ye.”

 

Şandeke Encumena Bilind a Referandumê ya Herêma Kurdistanê roja duşembiya heftiya bihorî 14ê Tebaxê bo gotûbêjkirina mijara referandumê û pirsgirêkên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de serdana Bexdayê kiribû û pêr roja duşembiyê 21ê Tebaxê jî dawî bi serdana xwe anîbû.

 

Biryar e di 25ê Îlona 2017ê de referanduma bo serxwebûna Herêma Kurdistanê were sazkirin.

 

Biryara sazdana referandumê, di civîna roja 7ê Hezîrana 2017ê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de hatibû dan.

1596 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| Duh vî demî 11:49 | (1)
Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
0.656 seconds