Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Me dest ji armancên xwe bernedaye

Ji aliyê RÛDAW 23-9-2018
Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Silêmanî (Rûdaw) – Serok Barzanî ragihand, ku eger di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de PDK biserkeft dê guhertin û çaksaziyeke mezin bike.


Îro Yekşem (23-09-2018) Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê ji bo proseya propagandaya hilbijartinan ahengek saz kir. Di ahengê de Serokê PDKê Mesûd Barzanî axaftinek kir û got: “Hilbijartineke çarenivîsaz li pêşiya me ye. Eger Xweda destûr da û PDK serkeft dê guhertin û çaksaziyên mezin bike.”

 

Barzanî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 12ê Gulanê bibîr xist û got: Giringiya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ew bû, ku seng û giraniya PDKê derbikeve. Gelek kesan xwe amade kiribûn dawiya PDKê bibînin. Lê bi xebat û tekoşîna endam û alîgirên PDKê ew daxwaza wan pêk nehat û PDK li ser asta Iraqê di hilbijartinan de bû partiya yekemîn.”

 

Mesûd Barzanî diyar kir, ku PDK nûnertiya piraniya gelê Kurdistanê dike û wiha axivî:

 

“Ev hilbijartin derfeteke ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê baştir bibin û pirsgirêk werin çareserkirin. Em hertim dixwazin pirsgirêk bi xweşî, bi aştî û bi hev têgihiştin were çareserkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku me ji armancên xwe paş de gav avêtine.

 

Hilbijartinên 30ê Îlonê çarenivîsaz in, ji bo wê yekê ku PDK wek hûn dixwazin xizmeta we bike. Em soz didin li hember we rastgo bin û çi ji destê me were ji bo xizmeta we bikin.”

 

Di berdewama axaftina xwe de Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku divê ev rewşa necîgir bidawî bibe, Kurdistan ya hemû Kurdistaniyan e û desteserkirina desthilat li hemû deran bidawî bibe û got: “Em dixwazin hemwelatî hemû wekhev bin. Mîcaza takekes bandorê li ser çarenivîsa ti takekeseke vî welatî neke. Em qebûl nakin careke din li vê herêmê neheqî li baregahên PDKê, alîgirên PDKê û xelkê hejar were kirin.”

 

Mesûd Barzanî desnîşan kir, ku demên borî çavdêran ji ber guvaşan dest ji sindoqan berdane û west ku vê carê kes derfet nede kirdareke wiha. Barzanî diyar kir: “Qet qebûl nakin ti kes tiliya xwe li yek çavdêrê hilbijartinan jî dirêj bike.”


Derbarê yekrêzî û yekhelwestiya nav partî û aliyên Kurd jî Barzanî ragihand, ku PDKê çi ji destê hatiye kiriye û diyar kir: “Ji bo navmala Kurd rêk be û yekrêz be, me hemû tişt kir lê ev tenê bi alyekê nabe. Armanc û stratejiya me heye, kî ligel me hevnêrîn be em li jî li gel wan yek mal û yek helest in. Lê ew ên li dijî vê yekê bin zehmet e em bi wan re bibin yek.”


 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.453 seconds