Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hejmarek zindaniyên Herêma Kurdistanê û Îranê tên pevguhertin

Ji aliyê RÛDAW 24-2-2019
Girtîgeha Mezin a Silêmaniyê
Girtîgeha Mezin a Silêmaniyê

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê Ebdullah Akreyî ragihand ku ji bo nêzîkî 70 zindanî di navbera Îran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de werin pevguhertin, lijneyek hat amadekirin.

 

Ebdullah Akreyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Amadekariyên me ji bo pevguhertina hejmarek zindaniyên navbera Komara Îslamî ya Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê kir, ji bo vê mebestê jî lijneyek pêk hatiye, lê hêj proje amade nebûye, daku roja pevguhertinê diyar bikin.”

 

Akreyî diyar kir: “Li Hewlêrê 40 zindanî û li Silêmaniyê 35 zindaniyên xelkê Îranê dê werin pevguhertin, ku hikmên li ser wan ji ber madeyên hişber in, ango kesên ku têne pevguhertin, nabe zindaniyên siyasî bin, nabe dozek li ser be ku mafê kesekî din li ser e, divê ew bi xwe ji pevguhertinê razî be û di dosyeya wan de kêmasî tinebe. Îranî ji bo ku pêvajoya pevguhertinê zû birêve biçe, lez dikin.”

 

Berpirsê peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê Ebdullah Akreyî destnîşan kir ku navên pênc zindaniyan dane Îranê ku li gel zindaniyên li Herêma Kurdistanê werin pevguhertin û got: “Me daxwaz kiriye ku her zindaniyekî din ku ji xelkê Herêma Kurdistanê ye li cem wan e, bidin me.”

 

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê ya herî dawî de daxwaz kiribû ku girtiyên Îranî yên li girtîgehên Herêma Kurdistanê, radestî Îranê werin kirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.359 seconds