Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li sê parêzgehên Bakur rêyên 77 tax û gundan hatin girtin

Ji aliyê RÛDAW 24-3-2019
Ji bo vekirina rêyan xebat hatine destpêkirin
Ji bo vekirina rêyan xebat hatine destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw)- Ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê Wan, Bidlîs û Mûşê ji ber berf û bagerê rêyên 77 tax û gundan hatin girtin.

 

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber barîna berfê li tevahiya parêzgehê rêyên 7 taxan hatin girtin.

 

Ekîb ji bo vekirina rêya gundekî navçeya Elbakê û rêyên 6 gund û taxên li herêma Kirkgeçîta navçeya Payîzavayê xebatên xwe didomînin.

 

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bidlîsê Umît Kurtkan jî diyar kir ku ji duh nîvê şevê vir ve ji ber barîna berfê li seranserê parêzgehê rêyên 60 gund û taxan hatin girtin.

 

Kurtkan da zanîn ku ji bo vekirina rêyan, wan xebat dane destpêkirin.

 

Ji aliyekî din ve jî li rêya Bidlîs-Tetwanê ji ber berf û mijê ajokaran zehmetî kişand, hin wesayît ji rê derketin.

 

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê Mehmet Şah Şenturk jî ragihand ku ji ber barîna berfê û şertên xirab ên hewayê rêyên 10 gundan hatin girtin.

 

Şenturk jî diyar kir ku ji bo welatî mexdûr nebin, ekîbên paqijkirina berfê dest bi xebatên xwe kirin û rêyan vedikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Wan, Bidlîs, Wan, Mûş
977 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.391 seconds