Hikûmeta Sûriyê rê li pêş hatina derman bo Rojavayê Kurdistanê digire

24-05-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Fabrîkayên derman yên Sûriyê bihayê hinek corên dermanan bi rêjeya ji sedî 300 bilind kiriye û xwedî embarên derman dibêjin ku Hikûmeta Sûriyê carek din rê li pêş hatina derman bo Rojavayê Kurdistanê girt.

 

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bihayê hinek corên dermanan ji sedî 300 bilind bûye û xwedî embarek dermanan ji bajarê Qamişlo dibêje ku Hîkûmeta Sûriyê carek din anîna derman bi rêya balafirxaneya Qamişlo rawstandî ye, lewma ew neçarin ji bajarê Minbicê derman bo herêma Cezîrê veguhêzin lê ew jî nêzî ji sedî 40 buhayê derman bilind dike.

 

Bazirganê derman Eymen Şêxî wiha got: “Ev dû heyv ku rêya Balafirxaneya Qamişlo hatiye girtin. Herwiha rêya bejî jî girtî ye, li bajarê Şamê dermanên me bi 250 milyon lîreya Sûrî hatiye rawstandin. Rêya bajarê Minbicê nêzî ji sedî 40 ta ku digihê me buhayê derman bilind dike. Di heman demê de hin coreyên derman ji sedî 100 û ji sedî 300 bûhabûne.”

 

Dermansazek derbarê bilindbûna buhayê dermanan dibêje ku nebûna çavdêriyê li ser buhayê derman û kesên ku bazirganiya wan dike dibe sedema bilindbûneke berçav a buhayê derman ku ziyana mezin li welatiyan dibe.

 

Dermansaz Salah Remo jî got: “Kesên ku derman tînin ew buhayê derman destnîşan dikin, yê xwe dibîne ku ew rêveberiya herêmê dike gerek ew karibe derman dabîn bike û bûhayê derman destnîşan dike. Niha tevkeheviyek ne exlaqî çê bû ye.

 

Welatî gazinan ji bûhayê derman dikin û gelek caran diçin darmanxaneyanbêyî ku derman peyda bikin, karmendekî dezgeha elektirîkê dibêje ku dermanê keça wî bi 4 hezar û 500 lîreyê Sûrî ye lewma ew neçar e veger malê bêyî derman keça xwe dabîn bike.

 

Kesî bi nave Bavê Welî anî ziman: “Ez niha ji cem bijîşk têm, ev dermanxaneya seyemîn e, ez hatim derman bibim bo keçka xwe lê derman tune ye. Derman biyanî ye, niha ezê herem bêyî ez derman bikrim, dibêje bi 4500 lêreya Sûrî ye, ma ezê nîvî mûçeyê xwe bidim, dê zarokên din çi bixwin, ev rewş nayê qedandin.”

 

Derman bi rengekî sereke ji bajarê Şamê bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin lê Hikûmeta Sûriyê carcaran rê li pêş hatina derman digre, ku niha tevî erêkirina şandina derman bi rêya bejî ji akiyê Wezîrê Tendirustiyê lê dezgehên ewlehî yên rêjîmê ew bar bi temamî li Şamê rawstandî ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst