Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Yapicioglu: Ji sindoqan çi derkeve divê her kes jê razî be

Ji aliyê RÛDAW 24-6-2018
Zekeriya Yapicioglu

Amed (Rûdaw) – Namzedê Serbixwe yê Amedê Zekeriya Yapicioglu li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dengê xwe da û ragihand: “Hêviya me ew e ku biryara gel çi be, êdî ti kes bandor li ser neke û ew îrada ku têkeve sindoqê, bi çi ketibe sindoqê, bi wî şiklî jî derkeve, îrada ti kesî neyê dizîn.”

 

Serokê berê yê HUDA-PARê û Namzedê Serbixwe yê Amedê Zekeriya Yapicioglu ji Rûdawê re ragihand ku ew hêvî dike bêyî ku bûyereke dilşewat biqewime ev hilbijartin derbas bibe û got: “Encam bi xêr be înşallah ji bo welatê me û ji bo her kesî.”

 

Zekeriya Yapicioglu diyar kir: “Piştî ku ji sindoqê çi derkeve, qerar qerara gel e, hêviya me ew e ku biryara gel çi be, êdî ti kes bandor li ser neke û ew îrada ku têkeve sindoqê, bi çi ketibe sindoqê, bi wî şiklî jî derkeve, îrada ti kesî neyê dizîn.”

 

Yapicioglu li ser hêviyên xwe yên piştî 24ê Hezîranê destnîşan kir: “Gel biryara xwe daye û îro tên ser sindoqan, encam bi çi şiklî be jî, hilbijartina serokomarî di tûra ewil de encam bide jî, nede jî, her kes çi derkeve divê jê razî be.”

 

Namzedê Serbixwe yê Amedê Zekeriya Yapicioglu herwiha eşkere kir: “Divê ji Amedê 12 parlementer herin Enqereyê, ji wan 12 kursiyan, em 1 dixwazin, înşallah bi vî şiklî encam bide û rengekî din jî li Amedê zêde bibe, ji bo Amedê jî baş û qenc bibe.”

 

Îro 24ê Hezîranê di saet 08:00ê de proseya dengdana hilbijartinên Parlemento û Serokomariya Tirkiyê dest pê kir û heta 17:00ê berdewam e.

 

1225 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi rastî cudaxwaz bû Duh vî demî 03:41 |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
0.5 seconds