Hewlêr (Rûdaw) – Berdevekê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mihemed Mehmûd got wan ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser mijara lihev kirine.
Şandên Polîtburuya PDK û YNKê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê civiyan û bi gotina beşdarên civînê civîn baş û berhemdar bûye.
PDK û YNKê li ser giştpirsiyê û karakirina bê merc a parlementoyê bi taybetî gotûbêjkirine.
Şanda YNKê derbarê encamên serdana xwe bo Tehranê ji polîtburoya PDKê re gotiye, Îran ne bi referandumê re ye, lê berpirsên Îranê gotine ji ber siyaseta Bexdayê, Herêma Kurdistanê hatiye neçarkirin ku biryara referandumê bide
Berdevekê PDKê Mihemed Mehmûd ji Rûdaw re ragihand ku tiştek nemaye li gel YNKê ku rêkeftin li ser nekiribe û her tişt bidawî bûye.
Berdevkê PDKê dixwaze, ku Tevgera Goran, bê merc beşdarî aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê bibe, da ku ev nakokî bidawî bibin û rewş jî normal bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse