Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Gundekî beriya Kurdistanê serxwebûna xwe ragihand

Ji aliyê Eyûb Nisrî 24-9-2017
Duhok

Duhok (Rûdaw) – Nîştecihên gundekî li qezaya Sêmêlê ya Duhokê biryar dan, navê gundê xwe bikin “Gundê Serbixwe.” Ev demeke gund hatibû avakirin lê bê nav bû. Bi razîbûna tevahiya gundiyan, navê gund hate destnîşankirin.

 

Li gundekî qezaya Sêmêlê ya ser bi bajarê Duhokê, civata gund civiya û ji bo destnîşankriina navê gundê xwe biryar da.

 

Ev gund 7 sal in hatiye avakirin lê xwediyê navekî fermî nebû. Ji bo nav pêşniyarên cuda hebûn lê navekî bala hemû gundiyan kişand. “Gundê Serbxiwe.”

 

Nûnerê gundê Serbixwe Omer Bîbo diyar dike: “Em hemû razî bûn ku navê gundê me bibe serbixwe. Înşallah dê dewleta me ya serbixwe jî ava bibe û emê tev de li welatekî serbixwe bijîn.”

 

Ji bilî xelkê gund, hinek koçberên ereb û kurdên êzidî jî li Gundê Serbixwe dijîn. Ew dibêjin, wan jî pê xweş e ku navê gund bûye Serbixwe. Eger vegerin malên xwe jî dê Gundê Serbixwe ji bo wan bibe bîranîneke pir xweş di bîrdanka wan de.

 

Koçberê ereb Hemîd Elî diyar dike: “Em li gundê Serbixwe bi hev re dijîn û ti ferq û cudahî di navbera me de nîne. Xelkê gund gelek rêzê ji me re digrin. Ev 3 sal in em li vir in û ew pir baş li me dinerin.”

 

Mala herî kevin a Gundê Serbixwe, mala Basîme Mihemed Saleh e. Deme wê mala xwe li gund çêkir, ev dever ne gund bû lê niha zêdetirî 20 malên gund hene. Basîme dibêje, ew êdî ji Gundê Serbixwe ye.

 

Basîme Mihemed dide xuyakirin: “Me ji ber referandûmê ev nav destnîşan kir. Pir kêfxweş im ku navê gundê me bûye Serbixwe. Pir xweş e ku dema pirsa navê gundê me bikin, em bêjin Gundê Serbixwe ye.”

 

Du rê tên vî gundi û li ser tabloyên herdu riyan jî nivîsandiye “Gundê Serbixwe.” Sazî û dezgehên fermî jî weke gundekî nû serederiyê li gel gund dikin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Duhok, Serbixwe, Gund
1009 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| 8 demjimêr berê | (1)
Azad Dîlokî | 2017-10-22 7:50:41 AM
Bi vê nûceyê ez serbilindim bi RÛDAW ê û ez karê we pîrozdikim, HERHEBIN!
Ji ENEXê bo Rûdawê: Berdewamkirina karê profesyonel girîng e
| 11 demjimêr berê | (1)
de | 2017-10-22 6:55:41 AM
we humarik list ji boye berjiwendiye xwe kurdistan ji sedi 50% cu, naha aqil bigren, ew sert u mercen Irake tunebuna kurdistaneye, dibe kurd xwe topi...
‘Kes dê nikare îradaye serxwebunê bişkîne’
| Duh vî demî 06:35 | (1)
botan | 2017-10-21 10:51:54 PM
gele kürd greke zanibi go mala talabani kürdistan firotine ara u gereke av dijmin bene ditin ji boni kürde
Ajansa Parastin û Zanyarî ya YNKê: Metirsî li ser partiyên rojhilatî nîne
| 23 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.266 seconds