Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Perdeya li ser peykera sembolî ya Şehîd Şîfa Gerdî hat rakirin

Ji aliyê RÛDAW 25-2-2018
Peyker ji aliyê Xesrew Caf ve hat çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Hewlêrê li ber avahiya Tora Medyayî ya Rûdawê, di yekemîn salvegera şehîdbûna Şîfa Gerdî de perde ji peykerê sembolî yê Şehîd Şîfa Gerdî hat rakirin.

 

Peykertiraş û kesayetê diyar ê Başûrê Kurdistanê Xesrew Caf peykerek amade kir.

 

Xesrew Caf diyar kir ku şehîdbûna Şîfa Gerdî bandor li ser wî kiriye û got: “Piştî bihîstina nûçeya şehîdbûnê giriyam. Ez yek ji wan kesan im ku her çi ji bo min ciwan be dikim. Wijdan û hestê min ê netewî wisa kir ku ez ji bo vê xanimê peykerek çêbikim.”

 

Li ser çîroka çêkirina peykerê sembolî Xesrew Caf eşkere kir: “Mîkrofona destê Şehîd Şîfa (li ser peyker) sembola rojnamevanên cîhanê ye, ew bi bombeyê şehîd bû, lewma min wisa fikirî ku wê bombeyê li televîzyoneke kevn ketiye, gulleya topeke 122 milîmetre (li paş ekranê daye) û ekran têk çûye, li şûna gulleyê, destê Şehîd Şîfa bi mîkrofona xwe ji ekranê derketiye.”

 

Xesrew Caf tekez kir, ew şanaz e ku sembola rojnamevanên cîhanê, keçeke Kurd e û got: “Her çi qas me (Şîfa Gerdî) ji dest da, ev ji bo miletê wê û ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê şanazî ye, çimku mîkrofona di destê wê de mîkrofona Rûdawê ye.”

 

Îro 25ê Sibata 2018an salvegera şehîdbûna rojnamevana diyar a Rûdawê Şîfa Gerdî ye, ku ji ber teqîneke bombeya vedayî di dema şopandina şerê Mûsilê de şehîd bû. Her çi qas biryar bû îro yekemîn merasîma xelata cîhanî ya Şîfa Gerdî were sazkirin, lê ji ber girtina firokexaneyên Herêma Kurdistanê, îsal merasîma xelata cîhanî ya Şîfa Gerdî nehat pêkanîn.

 

 

Nîşankirin : Şîfa Gerdî, Şehîd, Peyker
279 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.671 seconds