Jenan Moussa di merasîma îro de Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ji destê serokomarê berê yê Fransayê François Hollande wergirt.
Naveroka gotara Jenan Moussa bi vî awayî ye:
Silav li we hemûyan..
Xwezî min karibûya ez vê gotinê bi zimanê Kurdî pêşkêş bikim. Lê mixabin ez nizanim bi wî zimanî biaxivim. Rê bidin ez vê gotinê bi Ingilîzî bêjim.
Berî du salan Şîfa Gerdî jiyana xwe ji dest da. Şîfa bi sedema teqînekê hat kuştin. Ev jî di dema encamdana karê xwe ku pêk dihat ji dayîna zanyariyan bo cîhanê derbarê şerê dijî DAIŞê li derdora Mûsilê.
Bêguman Şîfa wêrek bû. Wê karîbû li mala xwe rûnişta. Wê karîbû li studyoyê bimaya. Ti kesî ew bi encamdana wî karê metirsîdar neçar nekir. Lê Şîfa ew kar kir. Wê li eniyên şer rapor amade dikirin û canê xwe gorî kir.
Hêsan e tu bibî rojnamevaneke di studyoyê de, hêsan e tu bibî rojnamevanekî ku hevpeyvînan bi stêrkên sînemayê re encam bidî. Herwiha hêsan e tu nûçeyên modelên dawî yên cilûbergan veguhêzî. Lê qet ne hêsan e tu bibî rojnamevaneke li eniyên şer. Ne hêsan e tu bi mirin û metirsiyan re tevbigerî. Tu xwe ji bombe û guleyan veşêrî. Di nav guleyan de xwe xilas bikî. Bi taybetî di şerê dijî DAIŞê de, ku hertim tirseke te heye ku tu ji aliyê wê grûpê ve bê revandin û hertim di mejiyê te de ew yek bigere ku pêkan e îro roja te ya dawî be, demjimêra dawî yan deqeya dawî be.
Şîfa ji wê tirsê ne xerîb bû. Ez jî wê tirsê nas dikim. Hemû rojnamevanên hêlên pêşî yên şerê dijî DAIŞê wê tirsê nas dikin.
Şîfa di roja 23ê Sibata sala 2017an de twîta xwe ya dawî avêt. Ev berî du salan bû. Sê twîtên wê yên dawî derbarê kîvroşkeke birîndar bûn ku li derdora Mûsilê rizgar kiribû.
Piştî vê bi sê rojan, hesabê wê yê twitterê bêdeng bû. Şîfa jiyana xwe ji dest da.
Lê Şîfa hertim zindî dimîne. Ew hertim ji bo malbata xwe, ji bo hevrêyên xwe û gelê Kurd ku bi roleke mezin di têkbirina DAIŞê de rabû, zindî ye.
Herwiha ez jî, hêvîdar im bi vê xelatê û bi rêya kar û nûçe û raporên xwe navê Şîfayê herdem li cîhanê zindî bimîne.
Spas.
Tika ye rê bidin ez tiştekî din bêjim. Bi vê xelatê re 15 hezar dolar jî hene. Plana min bexşîna van hemû pereyan e. Ez ê dema xwe terxan bikim ji bo dîtina malbat, mirov û qurbaniyên DAIŞê û saziyên xêrxwazî ku sûdê ji wan pereyan dibînin. Ez ê bi rêya tora civakî hesabê xwe yê twitterê, ji we hemûyan re bêjim ez ê wan pereyan bidim kê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse