Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Namzedê PDKê li ser parlementerekî Goranê doz vekir

Ji aliyê RÛDAW 25-4-2018
Dr. Mihemed Şakir

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê derbarê parlementer û namzedekî Tevgera Goranê de doz vekir ku ew parlementer Pêşmerge û fermandarên pêşmergeyan bi wê yekê tometbar kiriye ku "li hinek deverên şerê DAIŞê li hember pêkhateyên din komkujî kirine" û peyva Enfalê bi kar aniye.

 

Namzedê PDKê yê li Hewlêrê Dr. Mihemed Şakir di daxuyaniyekê de ku îro belav kir ragihand: “Min li ser parlementerê niha yê li Parlementoya Iraqê û namzedê Tevgera Goranê Mehmûd Reza Emîn, doz vekir.”

 

Dr. Mihemed Şakir eşkere kir ku "ji bo komkirina dengan, tomet û durûtî li PDKê dikin, heta sembola herî pîroz a gelê Kurd jî, ku Pêşmerge ye, lekedar dikin, bi şêweyek ku neyar û şovenîst jî newêriyane tiştekî bi vî rengî bikin".

 

Mehmûd Reza Emîn ku niha parlementerê Parlementoya Iraqê ye û namzedê Tevgera Goranê ye di hevpevîneke li gel kanala partiya xwe de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi wê yekê tometbar kir ku ji bo têkbirina Iraqê dixebite û herwiha Pêşmerge û fermandarên pêşmerge, bi pêkanîna Enfal û komkujiyan tometbar kir û got: “Wê dema ku Pêşmerge çûye wan cihên di destê DAIŞê de bû û jê wergirtin, di sala 88an de li gundên me endamên partiya Beisê çi kiribûn, rayedarên Pêşmerge, -Pêşmerge bi xwe weke takekes na, lê belê hatine bikaranîn- heman tiştî li wan deveran kirine.”

 

Parlemeterê Tevgera Goranê Mehmûd Reza Emîn herwiha PDKê bi wê yekê tometbar kiriye ku di anîna DAIŞê û veşartina endamên Beisê de beşdar bûye û gotiye: “Niha ez ji wan şoreşên ku Kurdan kirine poşman im, ew şoreş li şûna malwêraniyê ti tişt nehiştine.”

 

Mehmûd Reza Emîn di axaftina xwe de dibêje: “Eger tu li Besre û Bexdayê bêjî 'ez ji Goranê me' rêz li te digrin, çimku axaftina me, axaftineke niştimanî ye.”

 

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Renas | 2018-05-21 6:02:50 PM
Tatlises serokê mafya Istanbulêye, AKP mafya tirkiyê tevaye, cima gotin na? Ew ligor hevin.
AK Partiyê cardin ji Tatlîses re got; Na
| 21-5-2018 | (1)
Renas | 2018-05-20 7:38:39 PM
Eger rastbê emê tev kêfxwes bin, her Biji Kurd û Kurdistan.
Sofi | 2018-05-20 9:53:55 PM
Dîyarê cih li Aldar Xelîl efendî tang buyê ku ew bi xwe hatîye ber lingê Kurdan û li hevkirinê dixwazê. Ku rast be li gora ku Rudaw dibêjê.
Rayedarên payebilindên Başûr û Rojavayê Kurdistanê civiyan
| 20-5-2018 | (2)
Sofi | 2018-05-20 9:48:04 PM
Xweda ye mazin te li ser serê me Kurdan kêm nekê. Û temenekî dirêj bi dê we û timamê Pêşmergen qahramanê Kurdistanê û Xwedê wê pileyê ji timamê...
Barzanî: Mezintirîn pileya min pêşmergetî ye
| 20-5-2018 | (1)
Kurdo | 2018-05-17 2:41:12 PM
Cuda bûna Partîyên bi nav û Nasnameyên xwe,bi ser Kurdan û HDPa bi ser Gelan ve,dîyare Armanc û Bernameyên xwe,ji hev dûrin.HDP,bi merd û merem nav...
Ali Cengiz | 2018-05-19 12:17:25 PM
Min duh nivîsek nivîsî çima we neweşandiye...Kanî azadiya çapemeniyê ? Çima hûn nirxandina min jî wekî ya Kurdo nadin...Ev cûdahiye...Ez vê yekî...
Hewldanên tifaqa Kurdistanî li gel HDPê bê encam man
| 17-5-2018 | (2)
0.375 seconds